Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #81 Translated in Kurdish

قُلْ يَا أَهْلَ الْكِتَابِ لَا تَغْلُوا فِي دِينِكُمْ غَيْرَ الْحَقِّ وَلَا تَتَّبِعُوا أَهْوَاءَ قَوْمٍ قَدْ ضَلُّوا مِنْ قَبْلُ وَأَضَلُّوا كَثِيرًا وَضَلُّوا عَنْ سَوَاءِ السَّبِيلِ
Tu (ji bona wan ra aha) bêje: “Gelî xweyê pirtûkan! Hûn di “ol”a xwe da bê mafî tengayê çê nekin û hûn nebine peyrewê dilxwastina wî komalê, ku hêj berê da ji rêya rast derketibûne û ewan pir (meriv jî) ji rêya rast derxistibûne. (Erê!) ewan ji rêya rast derketibûne.”
لُعِنَ الَّذِينَ كَفَرُوا مِنْ بَنِي إِسْرَائِيلَ عَلَىٰ لِسَانِ دَاوُودَ وَعِيسَى ابْنِ مَرْيَمَ ۚ ذَٰلِكَ بِمَا عَصَوْا وَكَانُوا يَعْتَدُونَ
Ewanê ji zarên cihûyan, ku bûne file hene! Ewanan li ser zimanê Dawûd û li ser zimanê Îsayê kûrê Meryemê hatine deherandinê. Ji ber ku ewan serî bilind kiribûn (ewan biryarên di pirtûkê da hebûn, pêk ne anîbûn) û ji tuxubê xwe derbas dibûn, evan (deherandin li wan hati-bûye kirinê)
كَانُوا لَا يَتَنَاهَوْنَ عَنْ مُنْكَرٍ فَعَلُوهُ ۚ لَبِئْسَ مَا كَانُوا يَفْعَلُونَ
Ewan (zarên cihûyan) qe hevdu ji wan tiştên kerixokên ku ewan dikiribûne, ne didane parisandinê. Bi rastî tişta ewan dikirin, çiqa sik bûye
تَرَىٰ كَثِيرًا مِنْهُمْ يَتَوَلَّوْنَ الَّذِينَ كَفَرُوا ۚ لَبِئْسَ مَا قَدَّمَتْ لَهُمْ أَنْفُسُهُمْ أَنْ سَخِطَ اللَّهُ عَلَيْهِمْ وَفِي الْعَذَابِ هُمْ خَالِدُونَ
(Muhemmed!) tu pirên (wan zarên cihûyan) dibînî, ku ewan (ji rikê bawergeran da) ji xwe ra ewanê bûne file dixne serkar. Bi rastî tişta dilê wan bixastin pêş va xistîye, çiqa sik e! ji bona wî şixwa Yezdan li wan xeşim kirîye û ewanê di şapatê da jî her bimînin
وَلَوْ كَانُوا يُؤْمِنُونَ بِاللَّهِ وَالنَّبِيِّ وَمَا أُنْزِلَ إِلَيْهِ مَا اتَّخَذُوهُمْ أَوْلِيَاءَ وَلَٰكِنَّ كَثِيرًا مِنْهُمْ فَاسِقُونَ
Û heke ewan bi Yezdan û bi pêxember û bi wan biryarên ku li bal (pêxember da) hatine hinartine, bawar bikirinan, ewan (file) ji xwe ra ne dixistine serkar. Lê pirên ji wan ji (rêya baweryê) derketine

Choose other languages: