Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #76 Translated in Kurdish

لَقَدْ كَفَرَ الَّذِينَ قَالُوا إِنَّ اللَّهَ هُوَ الْمَسِيحُ ابْنُ مَرْيَمَ ۖ وَقَالَ الْمَسِيحُ يَا بَنِي إِسْرَائِيلَ اعْبُدُوا اللَّهَ رَبِّي وَرَبَّكُمْ ۖ إِنَّهُ مَنْ يُشْرِكْ بِاللَّهِ فَقَدْ حَرَّمَ اللَّهُ عَلَيْهِ الْجَنَّةَ وَمَأْوَاهُ النَّارُ ۖ وَمَا لِلظَّالِمِينَ مِنْ أَنْصَارٍ
Bi sond! Ewanê ku gotine: “Bi rastî Yezdan, Mesîhê kurê Meryemê bi xweber e,” hene! Evan bûne file. Û Mesîh bi xweber jî (ji bona wan ra aha) gotîye: “Gelî zarên cihûyan! Hûn perestîya Yezdanê, ku Xudayê min û Xudayê we ye, bikin. Rastî eva ye: Kîjan meriv, ji bona Yezdan ra hevrîyan çê bike, îdî bi sond Yezdan li ser wî (çûna) bihiştê qedexe kirîye û ewra wî hey agir e. Şixwa ji bona cewrkaran ra qe tu arîkar tune ye
لَقَدْ كَفَرَ الَّذِينَ قَالُوا إِنَّ اللَّهَ ثَالِثُ ثَلَاثَةٍ ۘ وَمَا مِنْ إِلَٰهٍ إِلَّا إِلَٰهٌ وَاحِدٌ ۚ وَإِنْ لَمْ يَنْتَهُوا عَمَّا يَقُولُونَ لَيَمَسَّنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا مِنْهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ
Bi sond! Ewanê ku gotine: “Bi rastî Yezdan yekê ji sisîyene” hene! Ewan bûne file. Şixwa Yezdan, hey Yezdanekî bi tenê ye û heke ewan xwe ji wan tiştên ku dibêjin, neparisî-nin, bi rastî wê bi wanê, ji wanên ku bûne file şapateke dilsoz bigire
أَفَلَا يَتُوبُونَ إِلَى اللَّهِ وَيَسْتَغْفِرُونَهُ ۚ وَاللَّهُ غَفُورٌ رَحِيمٌ
Îdî qey ewan, ji wan (gotinê xwe) poşman nabin û lavaya baxişandina gonehê xwe ji Yezdan nakin? Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e
مَا الْمَسِيحُ ابْنُ مَرْيَمَ إِلَّا رَسُولٌ قَدْ خَلَتْ مِنْ قَبْلِهِ الرُّسُلُ وَأُمُّهُ صِدِّيقَةٌ ۖ كَانَا يَأْكُلَانِ الطَّعَامَ ۗ انْظُرْ كَيْفَ نُبَيِّنُ لَهُمُ الْآيَاتِ ثُمَّ انْظُرْ أَنَّىٰ يُؤْفَكُونَ
Mesîhê kûrê Meryemê hey pêxembereke (ji pêştirê wî tu tişt nîne). Di berya wî da pêxember hatine çûne. Û dîya (Mesîh jî) jineke rast bûye. Herdukan jî xwarin dixwarin. (Muhemmed! tu mêze bike, ka em ji bona wan ra beratan ça vedikin. Tu paşê mêze bike ewan ça ji (doza me) rû difetilînin
قُلْ أَتَعْبُدُونَ مِنْ دُونِ اللَّهِ مَا لَا يَمْلِكُ لَكُمْ ضَرًّا وَلَا نَفْعًا ۚ وَاللَّهُ هُوَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ
(Muhemmed! tu ji bona wan ra aha) bêje: “Hûn ça ji bona wan tiştên pêştirê Yezdan ku qe (ewan tiştan ji bona we ra) tu zîyan û karê nadin perestî dikin?” Şixwa gohdarê zana hey Yezdan bi xweber e

Choose other languages: