Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #73 Translated in Kurdish

إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَالَّذِينَ هَادُوا وَالصَّابِئُونَ وَالنَّصَارَىٰ مَنْ آمَنَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ وَعَمِلَ صَالِحًا فَلَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ
Bi rastî ewanê ku bawer kirine û ewanê ku bûne cihû û ewanê sterk perest û ewanê mexînî hene! Ji wan, kîjan bi Yezdan û bi dan û gavê para da bawer kiribe û karê aştî kiribe, îdî tu tirsa (ji şapatdanê) li ser wan tune ye û ewan bi xweber jî (ji kêm xelatdanê) mirûz nabin
لَقَدْ أَخَذْنَا مِيثَاقَ بَنِي إِسْرَائِيلَ وَأَرْسَلْنَا إِلَيْهِمْ رُسُلًا ۖ كُلَّمَا جَاءَهُمْ رَسُولٌ بِمَا لَا تَهْوَىٰ أَنْفُسُهُمْ فَرِيقًا كَذَّبُوا وَفَرِيقًا يَقْتُلُونَ
Bi sond! me ji zarên cihûyan peyman sitandiye û me li bal wan (zarên cihûyan da) pêxember şandine. Çiqa li bal wan da, pêxembereki bi wan (biryarên) ku dilê wan nexwastîye hatibe, destekî ji wan (pêxemberan) didine derewdêrandinê û desteki jî dikujin
وَحَسِبُوا أَلَّا تَكُونَ فِتْنَةٌ فَعَمُوا وَصَمُّوا ثُمَّ تَابَ اللَّهُ عَلَيْهِمْ ثُمَّ عَمُوا وَصَمُّوا كَثِيرٌ مِنْهُمْ ۚ وَاللَّهُ بَصِيرٌ بِمَا يَعْمَلُونَ
Û ewan goman kiribûn, ku eva kirina wan (bi serê pêxemberan ji bona wan ra) nabe teşqele, îdî ewan kor û ker bûne, paşê (ewan ji kirinê xwe poşman bûne) îdî Yezdan jî poşmanîya wan litê kirîye. Paşê (dîsa) pirê ji wan kor û ker bûne. Yezdan bi xweber jî tişta ewan dikin, dibîne
لَقَدْ كَفَرَ الَّذِينَ قَالُوا إِنَّ اللَّهَ هُوَ الْمَسِيحُ ابْنُ مَرْيَمَ ۖ وَقَالَ الْمَسِيحُ يَا بَنِي إِسْرَائِيلَ اعْبُدُوا اللَّهَ رَبِّي وَرَبَّكُمْ ۖ إِنَّهُ مَنْ يُشْرِكْ بِاللَّهِ فَقَدْ حَرَّمَ اللَّهُ عَلَيْهِ الْجَنَّةَ وَمَأْوَاهُ النَّارُ ۖ وَمَا لِلظَّالِمِينَ مِنْ أَنْصَارٍ
Bi sond! Ewanê ku gotine: “Bi rastî Yezdan, Mesîhê kurê Meryemê bi xweber e,” hene! Evan bûne file. Û Mesîh bi xweber jî (ji bona wan ra aha) gotîye: “Gelî zarên cihûyan! Hûn perestîya Yezdanê, ku Xudayê min û Xudayê we ye, bikin. Rastî eva ye: Kîjan meriv, ji bona Yezdan ra hevrîyan çê bike, îdî bi sond Yezdan li ser wî (çûna) bihiştê qedexe kirîye û ewra wî hey agir e. Şixwa ji bona cewrkaran ra qe tu arîkar tune ye
لَقَدْ كَفَرَ الَّذِينَ قَالُوا إِنَّ اللَّهَ ثَالِثُ ثَلَاثَةٍ ۘ وَمَا مِنْ إِلَٰهٍ إِلَّا إِلَٰهٌ وَاحِدٌ ۚ وَإِنْ لَمْ يَنْتَهُوا عَمَّا يَقُولُونَ لَيَمَسَّنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا مِنْهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ
Bi sond! Ewanê ku gotine: “Bi rastî Yezdan yekê ji sisîyene” hene! Ewan bûne file. Şixwa Yezdan, hey Yezdanekî bi tenê ye û heke ewan xwe ji wan tiştên ku dibêjin, neparisî-nin, bi rastî wê bi wanê, ji wanên ku bûne file şapateke dilsoz bigire

Choose other languages: