Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #47 Translated in Kurdish

وَكَيْفَ يُحَكِّمُونَكَ وَعِنْدَهُمُ التَّوْرَاةُ فِيهَا حُكْمُ اللَّهِ ثُمَّ يَتَوَلَّوْنَ مِنْ بَعْدِ ذَٰلِكَ ۚ وَمَا أُولَٰئِكَ بِالْمُؤْمِنِينَ
Û li bal wan bi xweber pirtûka (bi nav) Tewrat heye, di wê pirtûkê da jî biryarên Yezdan hene. Ewan ji bona berewanîyê ça têne bal te û paşê jî ji piştî hatina xwe ye li bal te, rû (ji berewanîya te) dizivirînin? Û bi rastî evan bawer ne kirine
إِنَّا أَنْزَلْنَا التَّوْرَاةَ فِيهَا هُدًى وَنُورٌ ۚ يَحْكُمُ بِهَا النَّبِيُّونَ الَّذِينَ أَسْلَمُوا لِلَّذِينَ هَادُوا وَالرَّبَّانِيُّونَ وَالْأَحْبَارُ بِمَا اسْتُحْفِظُوا مِنْ كِتَابِ اللَّهِ وَكَانُوا عَلَيْهِ شُهَدَاءَ ۚ فَلَا تَخْشَوُا النَّاسَ وَاخْشَوْنِ وَلَا تَشْتَرُوا بِآيَاتِي ثَمَنًا قَلِيلًا ۚ وَمَنْ لَمْ يَحْكُمْ بِمَا أَنْزَلَ اللَّهُ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الْكَافِرُونَ
Bi rastî me Tewrat hinartîye. Di wê Tewratê da beledî û ruhnaya (biryarên min heye) bi wan (biryaran) ewan pêxemberên xwe hisparokên (Yezdan) ji bona cihûyan ra berewanî dikin. Û ewan zana û rêberan jî û ewanê ku pirtûk di destê wan da bi parisî maye, berewanî dikirin û ewan bi xweber jî şahidîya wan (biryarên) di Tewratê da heyî kiribûne. Îdî hûn ji merivan netirsin (ji bona heke hûn ewan biryaran bi rastî bêjin, wê ji bona we ra merivê zîyan bidin). Lê (gelî zana û rêberan û parisvanan!) hûn ji min bitirsin û hûn biryarên min, bi tu bahayê nefiroşin. Û kîjan merivê, ku bi wan biryarên Yezdan hinartîye, berewanî neke, îdî evanan hey file ne
وَكَتَبْنَا عَلَيْهِمْ فِيهَا أَنَّ النَّفْسَ بِالنَّفْسِ وَالْعَيْنَ بِالْعَيْنِ وَالْأَنْفَ بِالْأَنْفِ وَالْأُذُنَ بِالْأُذُنِ وَالسِّنَّ بِالسِّنِّ وَالْجُرُوحَ قِصَاصٌ ۚ فَمَنْ تَصَدَّقَ بِهِ فَهُوَ كَفَّارَةٌ لَهُ ۚ وَمَنْ لَمْ يَحْكُمْ بِمَا أَنْزَلَ اللَّهُ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الظَّالِمُونَ
Û me di (pirtûka Tewratê da, biryarên tûl hildane aha) li ser wan nivîsandîye. Canê merivan, bi canê kujrawê û çav, bi çav e û poz, bi poz e û goh jî bi goh e û diran bi diran e. (Evan ji ber hev da têne tûlkirinê. Û birîndarîjî, bi hemberî ne. Îdî kîjan merivê (ji mafê xwe bibore, gonehkarê, ji kirina wî bibaxişîne; ji wî tûl hilnede) ewa baxişandina wî ji bona wî ra dibe sedema rakirina sikatîyên wî. Û kîjan merivê ku bi wan biryarên Yezdan hinartîye berewanî neke, îdî bi rastî cewrkar evan bi xweber in
وَقَفَّيْنَا عَلَىٰ آثَارِهِمْ بِعِيسَى ابْنِ مَرْيَمَ مُصَدِّقًا لِمَا بَيْنَ يَدَيْهِ مِنَ التَّوْرَاةِ ۖ وَآتَيْنَاهُ الْإِنْجِيلَ فِيهِ هُدًى وَنُورٌ وَمُصَدِّقًا لِمَا بَيْنَ يَدَيْهِ مِنَ التَّوْرَاةِ وَهُدًى وَمَوْعِظَةً لِلْمُتَّقِينَ
Û me di pêş da, li ser şopa wan (pêxemberan) Îsayê kurê Meryemê, ku rastdarya wê (pirtûka bi wan ra heyî bi nav) Tewrat dikir (bi pêxemberî) şandîye û me ji Îsa ra (pirtûka bi nav) Încîl daye. Di wê da beledî û ruhnaya (biryaran) heye û ewa rastdarya (wê pirtûka berya xwe da bi nav) Tewrat dike.Me ewa (Încîl ji bona Îsa ra daye) ji bo ku ji bona (xudaparizan bibe) beled û şîret
وَلْيَحْكُمْ أَهْلُ الْإِنْجِيلِ بِمَا أَنْزَلَ اللَّهُ فِيهِ ۚ وَمَنْ لَمْ يَحْكُمْ بِمَا أَنْزَلَ اللَّهُ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الْفَاسِقُونَ
Û (gelî peyrewên Încîlê!) hûn jî bi wan biryarên ku Yezdan (di Încîlê da) hinartîye berewanî bikin. Û kîjan merivê ku bi wan biryarên Yezdan hinar- tîye berewanî neke, îdî bi rastî evanê ji rê derketî ewan bi xweber in

Choose other languages: