Surah Al-Maeda Ayahs #5 Translated in Kurdish
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا أَوْفُوا بِالْعُقُودِ ۚ أُحِلَّتْ لَكُمْ بَهِيمَةُ الْأَنْعَامِ إِلَّا مَا يُتْلَىٰ عَلَيْكُمْ غَيْرَ مُحِلِّي الصَّيْدِ وَأَنْتُمْ حُرُمٌ ۗ إِنَّ اللَّهَ يَحْكُمُ مَا يُرِيدُ
Gelî ewanê, ku we bawer kirîye! (We çi peyman dabe) hûn ewan peymana pêk bînin. Ji pêştirê van tarişên ku we ji bona we ra bêne xwendinê, (qoştê) hemû tarişan ji bona we ra durist bûye, ji xencî nêçîrkirina wan, heke hûn di ihrama (Hecê da bin). Bi rastî Yezdan çi bivê, berewanîya wî dike
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تُحِلُّوا شَعَائِرَ اللَّهِ وَلَا الشَّهْرَ الْحَرَامَ وَلَا الْهَدْيَ وَلَا الْقَلَائِدَ وَلَا آمِّينَ الْبَيْتَ الْحَرَامَ يَبْتَغُونَ فَضْلًا مِنْ رَبِّهِمْ وَرِضْوَانًا ۚ وَإِذَا حَلَلْتُمْ فَاصْطَادُوا ۚ وَلَا يَجْرِمَنَّكُمْ شَنَآنُ قَوْمٍ أَنْ صَدُّوكُمْ عَنِ الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ أَنْ تَعْتَدُوا ۘ وَتَعَاوَنُوا عَلَى الْبِرِّ وَالتَّقْوَىٰ ۖ وَلَا تَعَاوَنُوا عَلَى الْإِثْمِ وَالْعُدْوَانِ ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ ۖ إِنَّ اللَّهَ شَدِيدُ الْعِقَابِ
Gelî ewanê, ku we bawer kirîye! Hûn ewan biryar û (beratên) Yezdan, ku ji bona rûmeta xwe danîye, bi duristî ne hetikînin û hûn ewan rûmetê wan mehên (ku di wan da qirîn hatine qedexe kirinê û hûn rûmeta (wan tarişên gorîne xwe) û hûn rûmeta wan tarişên, ku bi guharî (hatine diyar kirinê) û hûn ewan merivên, ku xwe avêtine xanîyê qedexe (qirîn têda hatine qedexe kirinê) ewan jî di wî xanî da ji Xudayê xwe, rûmet û qayîlbûnî dixwazin, bi duristî ne hetikînin. Û di gava hûn ji (ihrama Hecê) derketin, îdî hûn nêçîra xwe bikin. Û bira fetilandina wî komalê, ku ewan hûn ji hecê fetilandine, nebe mane ji bona we ra, ku hûn jî êrişê bibin ser wan. Û hûn li ser qencîyan û li ser xwe parisandina ji gonehan arîkarîya hev bikin. Û hûn li ser gonehkarî û cewrîtî arîkarîya hevdu nekin û hûn yezdanparizî bikin. Bi ratî Yezdan zor şapat e
حُرِّمَتْ عَلَيْكُمُ الْمَيْتَةُ وَالدَّمُ وَلَحْمُ الْخِنْزِيرِ وَمَا أُهِلَّ لِغَيْرِ اللَّهِ بِهِ وَالْمُنْخَنِقَةُ وَالْمَوْقُوذَةُ وَالْمُتَرَدِّيَةُ وَالنَّطِيحَةُ وَمَا أَكَلَ السَّبُعُ إِلَّا مَا ذَكَّيْتُمْ وَمَا ذُبِحَ عَلَى النُّصُبِ وَأَنْ تَسْتَقْسِمُوا بِالْأَزْلَامِ ۚ ذَٰلِكُمْ فِسْقٌ ۗ الْيَوْمَ يَئِسَ الَّذِينَ كَفَرُوا مِنْ دِينِكُمْ فَلَا تَخْشَوْهُمْ وَاخْشَوْنِ ۚ الْيَوْمَ أَكْمَلْتُ لَكُمْ دِينَكُمْ وَأَتْمَمْتُ عَلَيْكُمْ نِعْمَتِي وَرَضِيتُ لَكُمُ الْإِسْلَامَ دِينًا ۚ فَمَنِ اضْطُرَّ فِي مَخْمَصَةٍ غَيْرَ مُتَجَانِفٍ لِإِثْمٍ ۙ فَإِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
(Goştê) miraran û xwîn û goştê berazan û (goştê) wê tarişa, ku ji bona navê wan tiştên; ji pêştirê navê Yezdan ra hatina (jê kirine) û (goştê) wê (tarişa) hatîye fetisandinê û (goşte) wê tarişa, bi dar, ya jî bi tiştekî mayî hatîye kuştinê û (goşte) wê tarişa, ku ketîye mirîye û (goştê) wan tarişên, ku tarişên mayî li wan xistîye mirîye û (goştê) wê tarişa, ku cenaweran xaribe, ji pêştirê heke hûn bigehijên wan, ewan bi can bin, hûn jî serê wan jê kin û (goştê) wê tarişa, ku li ser (kevirên çikandi) têne jê kirinê (wekî pût û dar û kevirên berate) û (goştê) wan tarişên, ku ji bona fal avêtin û xumarê têne jê kirinê, hemûşk ji bona we ra ne durist bûye. Evan hemûşk jî derketina ji rêya rast e. Îdî di îro da ewanê file, ji bo ku we ji ola we derxin, bê hêvî bûne (ewan nikarin we ji ola we derxin). Îdî hûn ji wan filan netirsin û hûn ji min bitirsin. Di îro da min ji bona we ra, ola we pêk anîye (kêmaya wî nemaye). Û min ewan qencên xwe ji bona we ra paşî anî û min ji bona we ra ola bi nav (islam) bi olîtî lite kirîye. Îdî kîjan meriv heke ji birçîya bikeve tengasîyê, heke ji bona gonehkarîyê nexwe dikare (ji goştê van tarişên borî wekî xwarineke nejî û nemir bixwe). Bi rastî îdî Yezdan baxişkarê dilovîn e
يَسْأَلُونَكَ مَاذَا أُحِلَّ لَهُمْ ۖ قُلْ أُحِلَّ لَكُمُ الطَّيِّبَاتُ ۙ وَمَا عَلَّمْتُمْ مِنَ الْجَوَارِحِ مُكَلِّبِينَ تُعَلِّمُونَهُنَّ مِمَّا عَلَّمَكُمُ اللَّهُ ۖ فَكُلُوا مِمَّا أَمْسَكْنَ عَلَيْكُمْ وَاذْكُرُوا اسْمَ اللَّهِ عَلَيْهِ ۖ وَاتَّقُوا اللَّهَ ۚ إِنَّ اللَّهَ سَرِيعُ الْحِسَابِ
(Muhemmed)! Ewan ji te dipirsin: “Ka ji bona wan ra çi tişt hatîye durist kirine.” Tu ji bona wan ra bêje: “Ji bona we ra tişta paqij durist bûye û ewa nêçîra wan sene, ku hûn ewan hînê wan zanîn e, Yezdan bi we daye hînkirinê, dikin. Evan sene nêçîrvan çinêçîrê bigirin, îdî hûn ewê nêçîrê bixun û hûn li ser wan nêçîran, navê Yezdan bixûnin û hûn yezdanparizî bikin. Bi rastî Yezdan zû hijmar e
الْيَوْمَ أُحِلَّ لَكُمُ الطَّيِّبَاتُ ۖ وَطَعَامُ الَّذِينَ أُوتُوا الْكِتَابَ حِلٌّ لَكُمْ وَطَعَامُكُمْ حِلٌّ لَهُمْ ۖ وَالْمُحْصَنَاتُ مِنَ الْمُؤْمِنَاتِ وَالْمُحْصَنَاتُ مِنَ الَّذِينَ أُوتُوا الْكِتَابَ مِنْ قَبْلِكُمْ إِذَا آتَيْتُمُوهُنَّ أُجُورَهُنَّ مُحْصِنِينَ غَيْرَ مُسَافِحِينَ وَلَا مُتَّخِذِي أَخْدَانٍ ۗ وَمَنْ يَكْفُرْ بِالْإِيمَانِ فَقَدْ حَبِطَ عَمَلُهُ وَهُوَ فِي الْآخِرَةِ مِنَ الْخَاسِرِينَ
Di îro da ji bona we ra paqij durist bûye. Û xwurekên wanê xweyê pirtûk jî ji bona we ra durist bûye. Û xwurekên we jî ji bona wan ra durist e. Û ewan jinên ji bawergeran, ku tolitî ne kiribin û ewan jinên ji wê desta, ku di berya we da ji wan ra pirtûk hatîye danê, xwe ji to-litîye diparisînin; di gava hûn kirya wan (mara wan) bidne wan, hûn bi wan ra tolitî nekin û hûn ewan bi dizîka da ji xwe ra nexne dost, hey ji bo ku hûn xwe ji tolitîyê biparisînin û bi wan ra kevîn bibin. Kevînbûna evan jinan jî ji bona we ra durist bûye. Û kîjan meriv ji piştî baweryê dîsa bibe file bi sond! Xebata wî îdî şewitîye. Û ewa di gav û danê para da jî dibe ji wanê ziyanger
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
