Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #119 Translated in Kurdish

قَالَ اللَّهُ إِنِّي مُنَزِّلُهَا عَلَيْكُمْ ۖ فَمَنْ يَكْفُرْ بَعْدُ مِنْكُمْ فَإِنِّي أُعَذِّبُهُ عَذَابًا لَا أُعَذِّبُهُ أَحَدًا مِنَ الْعَالَمِينَ
Yezdan jî (aha) gotîye: “Bi rastî ezê ewê (xewanê) bi ser we da bihênirînim. Îdî kîjan ji we ji piştî hinartina (xewanê) bibe file, ezê ewî bi şapateke wusa şapat bikim, ku ez wekî wî di gerdûnê da, tu kesekî şapat nakim.”
وَإِذْ قَالَ اللَّهُ يَا عِيسَى ابْنَ مَرْيَمَ أَأَنْتَ قُلْتَ لِلنَّاسِ اتَّخِذُونِي وَأُمِّيَ إِلَٰهَيْنِ مِنْ دُونِ اللَّهِ ۖ قَالَ سُبْحَانَكَ مَا يَكُونُ لِي أَنْ أَقُولَ مَا لَيْسَ لِي بِحَقٍّ ۚ إِنْ كُنْتُ قُلْتُهُ فَقَدْ عَلِمْتَهُ ۚ تَعْلَمُ مَا فِي نَفْسِي وَلَا أَعْلَمُ مَا فِي نَفْسِكَ ۚ إِنَّكَ أَنْتَ عَلَّامُ الْغُيُوبِ
Di gavekî da Yezdan (ji bona Îsayê kûrê Meryemê ra aha) gotîye: "Îsayê kûrê Meryemê! Qey te ji bona kesan ra (aha) gotîye.” Hûn (gelî kesan!) ji bal Yezdan, min û dîya min jî ji xwe ra bixne du Yezdan? (Îsa aha) gotîye: “Ez (te ji wan gotinê wan) paqij dikim, tu maf ji bona min ra tune ye, ku ez ewê tişta qe tu mafê hûn têda tune be, bêjim. Heke min wusa gotibe şixwa tu pê dizanî. Tu bi tişta ku hundurê min da heye dizanî, lê ez bi tişta di hundurê te da heyî nizanim. Bi rastî hey tu bi tiştên penha dizani.”
مَا قُلْتُ لَهُمْ إِلَّا مَا أَمَرْتَنِي بِهِ أَنِ اعْبُدُوا اللَّهَ رَبِّي وَرَبَّكُمْ ۚ وَكُنْتُ عَلَيْهِمْ شَهِيدًا مَا دُمْتُ فِيهِمْ ۖ فَلَمَّا تَوَفَّيْتَنِي كُنْتَ أَنْتَ الرَّقِيبَ عَلَيْهِمْ ۚ وَأَنْتَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ شَهِيدٌ
Min ji bona wan ra, ji pêştirê wan (biryarên) ku te fermana min kirîye; ez ewan ji wan ra bêjim, qe tu tişt ji wan ra ne gotîye. (Min ji bona wan ra aha) gotîye: “Hûn perestîya wî Yezdanê, ku Xudayê min û Xudayê we ye, bikin. Heya ku ez di nava wan da bim, ez şahidê li ser wan im, îdî di gava ku te ez ji nava wan derxistim (canê min sitand) tu bi xweber dibî dîdevanê li ser wan. Şixwa tu bi xwer jî şahidê li ser hemû tiştanî.”
إِنْ تُعَذِّبْهُمْ فَإِنَّهُمْ عِبَادُكَ ۖ وَإِنْ تَغْفِرْ لَهُمْ فَإِنَّكَ أَنْتَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ
Heke tu ewan şapat bikî, bi rastî ewan bendeyên te ne (tu kes têkil nabe). Şixwa heke tu ewan bibaxişînî, bi rastî servahatê bijejke hey tu bi xweberî (dîsa tu kes nikare têkil bibe)
قَالَ اللَّهُ هَٰذَا يَوْمُ يَنْفَعُ الصَّادِقِينَ صِدْقُهُمْ ۚ لَهُمْ جَنَّاتٌ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا أَبَدًا ۚ رَضِيَ اللَّهُ عَنْهُمْ وَرَضُوا عَنْهُ ۚ ذَٰلِكَ الْفَوْزُ الْعَظِيمُ
Yezdan gotîye: “Eva roya hane royake wusa ne, ku di wê roye da rastîya rastgoyan ji bona (wan rastgoyan) bi kêr tê. Ji bona wan ra bihiştên, ku di binê (darê) wan da çem dikişin, hene. Ewanê di wan bihiştan da tum carîn bimînin. Yezdan bi wan qayîl bûye, ewan bi xweber jî (bi dana) Yezdan qayîl bûne. Serfirazîya mezin eva ye.”

Choose other languages: