Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #14 Translated in Kurdish

وَالَّذِينَ كَفَرُوا وَكَذَّبُوا بِآيَاتِنَا أُولَٰئِكَ أَصْحَابُ الْجَحِيمِ
Û ewanê ku bûne file û ewanê bi beratên me derew kirine, hene! Hevrînê dojê evan in
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا اذْكُرُوا نِعْمَتَ اللَّهِ عَلَيْكُمْ إِذْ هَمَّ قَوْمٌ أَنْ يَبْسُطُوا إِلَيْكُمْ أَيْدِيَهُمْ فَكَفَّ أَيْدِيَهُمْ عَنْكُمْ ۖ وَاتَّقُوا اللَّهَ ۚ وَعَلَى اللَّهِ فَلْيَتَوَكَّلِ الْمُؤْمِنُونَ
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn ewê qencîya Yezdan e, ku di gavêkî da komalekî (êriş anîbûne ser we) destê xwe (ji bona kuştina we) dirêj kirin, îdî Yezdan jî destê wan li ser we daye paradanê, bîra xwe bînin. Û hûn yezdanparisî bikin. Îdî gelî bawergeran! Hûn hey xwe hispêrne Yezdan
وَلَقَدْ أَخَذَ اللَّهُ مِيثَاقَ بَنِي إِسْرَائِيلَ وَبَعَثْنَا مِنْهُمُ اثْنَيْ عَشَرَ نَقِيبًا ۖ وَقَالَ اللَّهُ إِنِّي مَعَكُمْ ۖ لَئِنْ أَقَمْتُمُ الصَّلَاةَ وَآتَيْتُمُ الزَّكَاةَ وَآمَنْتُمْ بِرُسُلِي وَعَزَّرْتُمُوهُمْ وَأَقْرَضْتُمُ اللَّهَ قَرْضًا حَسَنًا لَأُكَفِّرَنَّ عَنْكُمْ سَيِّئَاتِكُمْ وَلَأُدْخِلَنَّكُمْ جَنَّاتٍ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ ۚ فَمَنْ كَفَرَ بَعْدَ ذَٰلِكَ مِنْكُمْ فَقَدْ ضَلَّ سَوَاءَ السَّبِيلِ
Û bi sond! Yezdan ji zarên cihûyan peyman hildaye û me ji wan dazne dîdevan (di nava wan da) şandibûye. Yezdan ji wan ra (aha) gotîye: “Bi rastî ez bi we ra me. Heke hûn nimêja xwe bikin û hûn baca malê xwe bidin û hûn bi pêxemberên min bawer bikin û hûn arîkarya wan bikin û heke hûn ji bona qayîlbûna Yezdan ji hev ra deyn bi qencî bidne hev, bi rastî ezê jî sikatîyên we li ser we rakim (ezê we bibaxişînim). Û ezê we bixme wan bihiştên, ku di binê (darê wan da) çem dikişin, îdî ji virha kîjan merivekî ji we bibe file (evan şîret û qencîyan bîrva bike) bi sond! Îdî ewî rêya rast wunda kirîye.”
فَبِمَا نَقْضِهِمْ مِيثَاقَهُمْ لَعَنَّاهُمْ وَجَعَلْنَا قُلُوبَهُمْ قَاسِيَةً ۖ يُحَرِّفُونَ الْكَلِمَ عَنْ مَوَاضِعِهِ ۙ وَنَسُوا حَظًّا مِمَّا ذُكِّرُوا بِهِ ۚ وَلَا تَزَالُ تَطَّلِعُ عَلَىٰ خَائِنَةٍ مِنْهُمْ إِلَّا قَلِيلًا مِنْهُمْ ۖ فَاعْفُ عَنْهُمْ وَاصْفَحْ ۚ إِنَّ اللَّهَ يُحِبُّ الْمُحْسِنِينَ
Îdî ji ber ku ewan peymana xweye dayî şikênandine, me jî ewanan deherandine û me dilê wan hişk kirîye. Ewan zarên (cihûyan) peyvên (biryaran) ji şûna wan dihêjînin (ji bo ku binek arşan wekî armancê xwe derxin). Ewan pareke, ku ji wan ra hatibûye gotinê (ji biryaran) bîrva kirine. Ji pêştirê hindikên ji wan, tûyî rastî qalpîya wan hemûşkan werî. Îdî tu ji wan kêmasîyên wan bibore û tu kirinê wan belaş bide. Bi rastî Yezdan ji qencîkaran hez dike
وَمِنَ الَّذِينَ قَالُوا إِنَّا نَصَارَىٰ أَخَذْنَا مِيثَاقَهُمْ فَنَسُوا حَظًّا مِمَّا ذُكِّرُوا بِهِ فَأَغْرَيْنَا بَيْنَهُمُ الْعَدَاوَةَ وَالْبَغْضَاءَ إِلَىٰ يَوْمِ الْقِيَامَةِ ۚ وَسَوْفَ يُنَبِّئُهُمُ اللَّهُ بِمَا كَانُوا يَصْنَعُونَ
Û me ji wanê ku gotine: “Bi rastî em mexînîne (em arikarên Îsa ne) jî peymanan hildaye. Îdî ewan mexînan pareke (ji wan biryarên) ku ji wan ra hatibûye gotine bîrva kirine. Îdî me jî di nava wan da heya roya rabûna hemû da, neyartî û xerez xistîye (helan). Yezdanê ji bona wan ra ewê kirina wan e, ku ewan ji xwe ra xistibûye pêş e, bêje

Choose other languages: