Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Kahf Ayahs #82 Translated in Kurdish

قَالَ هَٰذَا فِرَاقُ بَيْنِي وَبَيْنِكَ ۚ سَأُنَبِّئُكَ بِتَأْوِيلِ مَا لَمْ تَسْتَطِعْ عَلَيْهِ صَبْرًا
(Ewî bendeyî, ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Îdî ewa sedema raqetandina min û te ye. Ezê ji bona te ra sedemên wan tiştê ku te li ser wan hew ne dikir, pirsa wan ji min dikir, bêjim
أَمَّا السَّفِينَةُ فَكَانَتْ لِمَسَاكِينَ يَعْمَلُونَ فِي الْبَحْرِ فَأَرَدْتُ أَنْ أَعِيبَهَا وَكَانَ وَرَاءَهُمْ مَلِكٌ يَأْخُذُ كُلَّ سَفِينَةٍ غَصْبًا
“Kelek, malê hinek belengazan bû, ewan di avşînê da dixebitînin, di berya wan da serokekî pir zor hebû, bi zorê hemî kelek ji xweyê wan distandin. Min jî rabû kelek qul kir, ji bo (ku ewa serok qula wê kelekê bibîne, îdî kêrê wî nayê keleka wan berde)
وَأَمَّا الْغُلَامُ فَكَانَ أَبَوَاهُ مُؤْمِنَيْنِ فَخَشِينَا أَنْ يُرْهِقَهُمَا طُغْيَانًا وَكُفْرًا
Zarok jî kurê da û bavekî bawerger bû, îdî em tirsîyan (dema ewa zaroka mezin bibe) wî da û bave xwe, ji hezkirina ku ewan ji wî hez kirine, bi quretî bixe file
فَأَرَدْنَا أَنْ يُبْدِلَهُمَا رَبُّهُمَا خَيْرًا مِنْهُ زَكَاةً وَأَقْرَبَ رُحْمًا
Îdî me jî va, ku Xudayê wan her du; da û bavan, di şûna wî kurikî da, zarekî qenctir û dilovantir û paqijtir bide wan.”
وَأَمَّا الْجِدَارُ فَكَانَ لِغُلَامَيْنِ يَتِيمَيْنِ فِي الْمَدِينَةِ وَكَانَ تَحْتَهُ كَنْزٌ لَهُمَا وَكَانَ أَبُوهُمَا صَالِحًا فَأَرَادَ رَبُّكَ أَنْ يَبْلُغَا أَشُدَّهُمَا وَيَسْتَخْرِجَا كَنْزَهُمَا رَحْمَةً مِنْ رَبِّكَ ۚ وَمَا فَعَلْتُهُ عَنْ أَمْرِي ۚ ذَٰلِكَ تَأْوِيلُ مَا لَمْ تَسْطِعْ عَلَيْهِ صَبْرًا
Dîwar, malê du zarên sêwî yên di bajar da bûn, di binê wî dîwarî da, xezîneke wan her du sêwîyan hebû, bavê wan herdukan jî aştîkar bû, îdî Xudayê te va ye (ku ez dîwarê wan rast bikim, ku hilneşe) heya ewan herduk zar bigihêjne sedra xwe, paşê xezîna xwa derxin. Eva dilovanîyeke ji Xudayê te ye bi wan kiriye. Min evan ji ber xwa ne kirine. Sedema wan tiştên me kirî eva ye, te jî li ser kirina wan hew ne dikir (tim dipirsî)

Choose other languages: