Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Jinn Ayahs #23 Translated in Kurdish

وَأَنَّهُ لَمَّا قَامَ عَبْدُ اللَّهِ يَدْعُوهُ كَادُوا يَكُونُونَ عَلَيْهِ لِبَدًا
Bi rastî gava bendeyê Yezdan rabûye gazî bal perestî ya wî kirîye (ewan cunûkan) nêzîk dibûn, ku wekî kulavan ( li dora Pêxember bicivin) ewî binixîmînin
قُلْ إِنَّمَا أَدْعُو رَبِّي وَلَا أُشْرِكُ بِهِ أَحَدًا
(Muhenuned! tu ji bona wan ra aha) bêje: "ez hey bi rastî perestî ya Xuda yê xwe dikim. Û ez ji bona Xuda yê xwe ra jî, tu kesî naxme hempa
قُلْ إِنِّي لَا أَمْلِكُ لَكُمْ ضَرًّا وَلَا رَشَدًا
Tu (ji bona wan ra aha) bêje: "bi rastî ez ji bona we ra qe tu zîyan û rehberî nakim
قُلْ إِنِّي لَنْ يُجِيرَنِي مِنَ اللَّهِ أَحَدٌ وَلَنْ أَجِدَ مِنْ دُونِهِ مُلْتَحَدًا
Tu (ji bona wan ra) bêje, "bi rastî (heke Yezdan nexwaşyekî bide min) tu kes ji pêştirê wî min naparisîne, ez ji pêştirê Yezdan jî rastê tu kesekî, ku xwe bavêjime berbextê wî nayêm
إِلَّا بَلَاغًا مِنَ اللَّهِ وَرِسَالَاتِهِ ۚ وَمَنْ يَعْصِ اللَّهَ وَرَسُولَهُ فَإِنَّ لَهُ نَارَ جَهَنَّمَ خَالِدِينَ فِيهَا أَبَدًا
Ez hey (wan bi yarne) Yezdan û pêxemberî ya wî ku li bal min da hînartîye, li bal we da radigihinim. Kîjan bê gotina Yezdan û qasidê wî bike, îdî ji bona wî ra agirê dojê heye. Ewanê di dojê da her bimînin

Choose other languages: