Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Jinn Ayahs #14 Translated in Kurdish

وَأَنَّا لَا نَدْرِي أَشَرٌّ أُرِيدَ بِمَنْ فِي الْأَرْضِ أَمْ أَرَادَ بِهِمْ رَبُّهُمْ رَشَدًا
Bi rastî me nizanîye gelo (Xuda) ji bona wanê di zemîn da sikatî va ye, ya jî Xuda yê wan ji bona wan ra qencî va ye
وَأَنَّا مِنَّا الصَّالِحُونَ وَمِنَّا دُونَ ذَٰلِكَ ۖ كُنَّا طَرَائِقَ قِدَدًا
Bi rastî ji me (cunûkan) aştîkar hene, ça ji me ne aştîkar jî hene, ji bo ku em di rê û olê cure û cure dabûn evan nemekhevyan çê dibûn
وَأَنَّا ظَنَنَّا أَنْ لَنْ نُعْجِزَ اللَّهَ فِي الْأَرْضِ وَلَنْ نُعْجِزَهُ هَرَبًا
Bi rastî me guman dikir ku em nikarin di zemîn da Yezdan bêzar bikin û rava me jî (Yezdan) bêzar nake (ku me celat neke)
وَأَنَّا لَمَّا سَمِعْنَا الْهُدَىٰ آمَنَّا بِهِ ۖ فَمَنْ يُؤْمِنْ بِرَبِّهِ فَلَا يَخَافُ بَخْسًا وَلَا رَهَقًا
Gava me bi rastî beledî bihîst, îdî me bi wê (Qu´ran) ê bawer kir. Kîjan bi Xuda yê xwe bawer bike, îdî ewa bila ji kêmaya xelat û celat kirinê netirse
وَأَنَّا مِنَّا الْمُسْلِمُونَ وَمِنَّا الْقَاسِطُونَ ۖ فَمَنْ أَسْلَمَ فَأُولَٰئِكَ تَحَرَّوْا رَشَدًا
Û bi rastî ji me Misilman jî hene û ji me ji rê ya (rast) derketî jî hene, îdî kîjan Misilman bibe,ewan li rê ya rast geryane

Choose other languages: