Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #30 Translated in Kurdish

إِنَّ اللَّهَ لَا يَسْتَحْيِي أَنْ يَضْرِبَ مَثَلًا مَا بَعُوضَةً فَمَا فَوْقَهَا ۚ فَأَمَّا الَّذِينَ آمَنُوا فَيَعْلَمُونَ أَنَّهُ الْحَقُّ مِنْ رَبِّهِمْ ۖ وَأَمَّا الَّذِينَ كَفَرُوا فَيَقُولُونَ مَاذَا أَرَادَ اللَّهُ بِهَٰذَا مَثَلًا ۘ يُضِلُّ بِهِ كَثِيرًا وَيَهْدِي بِهِ كَثِيرًا ۚ وَمَا يُضِلُّ بِهِ إِلَّا الْفَاسِقِينَ
Bi rastî Yezdan fedî nake, ku mixmixkê bi hecwekî (ji bona derxistina mafê) bide nîşan kirinê û hej tiştne ji mixmixkê wêdatir jî. Îdî ewanê bawer kirine hene! şixwa ewan dizanin, ku ewa hecwekîya mafekî reste ji Xudayê wan e. Lê ewanê bûne file jî dibêjin: “ Ka Yezdan bi wan hecwekîyan çi vaye?” Yez- dan bi wan hecwekîyan pir kesan ji rêya rast dûr dixe û pir kesan jî bi wan tîne rêya rast. Bi wan hecwekîyan, hey ewanê ji rêya rast derketî wunda dibin
الَّذِينَ يَنْقُضُونَ عَهْدَ اللَّهِ مِنْ بَعْدِ مِيثَاقِهِ وَيَقْطَعُونَ مَا أَمَرَ اللَّهُ بِهِ أَنْ يُوصَلَ وَيُفْسِدُونَ فِي الْأَرْضِ ۚ أُولَٰئِكَ هُمُ الْخَاسِرُونَ
Ewanê rêderketî hene! ew in, ku ji piştî peymana dane Yezdan, (ji bona baweri û perestîyê) Peymana xwe dişkênin. Û tişta Yezdan ferman kirîye, ku bi hev ra bin ewan ewe hevratîyî dibirin (sertêdana da û bav û pismanan). Û ewan di zemîn da jî têkilîyî dikin. Evanan in hey ziyan dikin
كَيْفَ تَكْفُرُونَ بِاللَّهِ وَكُنْتُمْ أَمْوَاتًا فَأَحْيَاكُمْ ۖ ثُمَّ يُمِيتُكُمْ ثُمَّ يُحْيِيكُمْ ثُمَّ إِلَيْهِ تُرْجَعُونَ
Hûn ça dibine file (û bi Yezdan bawer nakin)? Hûn mirî bûn, îdî ewî hûn zinde kirin. Paşê (Yezdanê) we bimirîne û paşê wê we dîsa zinde bike û hûnê paşê li bal wî da bizivirin
هُوَ الَّذِي خَلَقَ لَكُمْ مَا فِي الْأَرْضِ جَمِيعًا ثُمَّ اسْتَوَىٰ إِلَى السَّمَاءِ فَسَوَّاهُنَّ سَبْعَ سَمَاوَاتٍ ۚ وَهُوَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ
Ewê ku hemûşk tiştne di zemîn da heyî ji bona we ra afirandîye heye! Ewa Yezdan e. Paşê ewa li bal ezman da fetilîye, îdî ewî ezman xistîye heft balokne jor da. Û ewa bi xweber jî bi hemûşk tiştan pir dizane
وَإِذْ قَالَ رَبُّكَ لِلْمَلَائِكَةِ إِنِّي جَاعِلٌ فِي الْأَرْضِ خَلِيفَةً ۖ قَالُوا أَتَجْعَلُ فِيهَا مَنْ يُفْسِدُ فِيهَا وَيَسْفِكُ الدِّمَاءَ وَنَحْنُ نُسَبِّحُ بِحَمْدِكَ وَنُقَدِّسُ لَكَ ۖ قَالَ إِنِّي أَعْلَمُ مَا لَا تَعْلَمُونَ
Û gavekî Xudayê te (Muhemmed!) ji bona fereştan ra gotîye: “ Bi rastî ezê di zemîn da şûnmayekî bi afirîni.” (fereştan ji Yezdan ra) gotine: “Ka tuê di zemîn da ça ewan kesne, ku tevdanî dikin û xûnê dirêjin, biafirînî? Û em bi xweber jî te ji kemasîyan paqij dikin û sipazî (bi perestî) ji bona te ra dikin. “(Xudayê te ji wan ra) gotîye: “Bi restî ez bi tişta, ku hûn pe nizannn çêtir dizanim.”

Choose other languages: