Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #32 Translated in Kurdish

كَيْفَ تَكْفُرُونَ بِاللَّهِ وَكُنْتُمْ أَمْوَاتًا فَأَحْيَاكُمْ ۖ ثُمَّ يُمِيتُكُمْ ثُمَّ يُحْيِيكُمْ ثُمَّ إِلَيْهِ تُرْجَعُونَ
Hûn ça dibine file (û bi Yezdan bawer nakin)? Hûn mirî bûn, îdî ewî hûn zinde kirin. Paşê (Yezdanê) we bimirîne û paşê wê we dîsa zinde bike û hûnê paşê li bal wî da bizivirin
هُوَ الَّذِي خَلَقَ لَكُمْ مَا فِي الْأَرْضِ جَمِيعًا ثُمَّ اسْتَوَىٰ إِلَى السَّمَاءِ فَسَوَّاهُنَّ سَبْعَ سَمَاوَاتٍ ۚ وَهُوَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ
Ewê ku hemûşk tiştne di zemîn da heyî ji bona we ra afirandîye heye! Ewa Yezdan e. Paşê ewa li bal ezman da fetilîye, îdî ewî ezman xistîye heft balokne jor da. Û ewa bi xweber jî bi hemûşk tiştan pir dizane
وَإِذْ قَالَ رَبُّكَ لِلْمَلَائِكَةِ إِنِّي جَاعِلٌ فِي الْأَرْضِ خَلِيفَةً ۖ قَالُوا أَتَجْعَلُ فِيهَا مَنْ يُفْسِدُ فِيهَا وَيَسْفِكُ الدِّمَاءَ وَنَحْنُ نُسَبِّحُ بِحَمْدِكَ وَنُقَدِّسُ لَكَ ۖ قَالَ إِنِّي أَعْلَمُ مَا لَا تَعْلَمُونَ
Û gavekî Xudayê te (Muhemmed!) ji bona fereştan ra gotîye: “ Bi rastî ezê di zemîn da şûnmayekî bi afirîni.” (fereştan ji Yezdan ra) gotine: “Ka tuê di zemîn da ça ewan kesne, ku tevdanî dikin û xûnê dirêjin, biafirînî? Û em bi xweber jî te ji kemasîyan paqij dikin û sipazî (bi perestî) ji bona te ra dikin. “(Xudayê te ji wan ra) gotîye: “Bi restî ez bi tişta, ku hûn pe nizannn çêtir dizanim.”
وَعَلَّمَ آدَمَ الْأَسْمَاءَ كُلَّهَا ثُمَّ عَرَضَهُمْ عَلَى الْمَلَائِكَةِ فَقَالَ أَنْبِئُونِي بِأَسْمَاءِ هَٰؤُلَاءِ إِنْ كُنْتُمْ صَادِقِينَ
Û (Xudayê te) bi nişa kesan hemûşk nav (û navdan) daye hînkirinê, paşê ewan tiştan ber fereştan ra avitîye, îdî (ji fereştan ra aha) gotîye: “Ka, heke hûn di doza xwe da rast in, navê van tiştan ji min ra bejin.”
قَالُوا سُبْحَانَكَ لَا عِلْمَ لَنَا إِلَّا مَا عَلَّمْتَنَا ۖ إِنَّكَ أَنْتَ الْعَلِيمُ الْحَكِيمُ
(Fereştan, ji Xuda ra) gotine: “Em te ji kêmasîyan paqij dikin, bi rastî ji pêştirê wî tişta te bi me daye hîn kirinê, tu zanîna me tune ye. Bi rastî pirzanê bijejke hey tu bi xweberî.”

Choose other languages: