Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #190 Translated in Kurdish

وَإِذَا سَأَلَكَ عِبَادِي عَنِّي فَإِنِّي قَرِيبٌ ۖ أُجِيبُ دَعْوَةَ الدَّاعِ إِذَا دَعَانِ ۖ فَلْيَسْتَجِيبُوا لِي وَلْيُؤْمِنُوا بِي لَعَلَّهُمْ يَرْشُدُونَ
Û di gava bendene min pirsa min ji te kirin, (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Ez li bal wan da nezîk im.” Gava yek gazî min bike, ezê pisyara wî bidim. Îdî bira ewan jî ji bona min ra pisyar bidin û bira ewan bi min bawer bikin. Bi rastî heke ewan (aha) bikin, dibe ku ewan di rêya rast da herin
أُحِلَّ لَكُمْ لَيْلَةَ الصِّيَامِ الرَّفَثُ إِلَىٰ نِسَائِكُمْ ۚ هُنَّ لِبَاسٌ لَكُمْ وَأَنْتُمْ لِبَاسٌ لَهُنَّ ۗ عَلِمَ اللَّهُ أَنَّكُمْ كُنْتُمْ تَخْتَانُونَ أَنْفُسَكُمْ فَتَابَ عَلَيْكُمْ وَعَفَا عَنْكُمْ ۖ فَالْآنَ بَاشِرُوهُنَّ وَابْتَغُوا مَا كَتَبَ اللَّهُ لَكُمْ ۚ وَكُلُوا وَاشْرَبُوا حَتَّىٰ يَتَبَيَّنَ لَكُمُ الْخَيْطُ الْأَبْيَضُ مِنَ الْخَيْطِ الْأَسْوَدِ مِنَ الْفَجْرِ ۖ ثُمَّ أَتِمُّوا الصِّيَامَ إِلَى اللَّيْلِ ۚ وَلَا تُبَاشِرُوهُنَّ وَأَنْتُمْ عَاكِفُونَ فِي الْمَسَاجِدِ ۗ تِلْكَ حُدُودُ اللَّهِ فَلَا تَقْرَبُوهَا ۗ كَذَٰلِكَ يُبَيِّنُ اللَّهُ آيَاتِهِ لِلنَّاسِ لَعَلَّهُمْ يَتَّقُونَ
Ji bona we ra di şewê meha rojîyê da çûna we li bal (nivîna) jina we, durist bûye, ewan jinan ji bona we ra kinc in, ça hûn jî ji bona wan jinan ra kinc in. (Hûn ji hev ra kinc in, ji ber ku hûn hev ji sikariyan diparisînin). Yezdan dizanîya ku hûn bi xwe nikarin ji ber vî qasî Yezdan hûn baxişandin û poşmanîya we ji gunehan litê kirîye. Îdî di naha da hûn dikarin herne nivîna wan jinne xwe (di şevê meha rojîyê da) û hûn ji Yezdan ewa tişta, ku Yezdan ji bona we ra bi pîvayî nivîsîye bixwazin. Û hûn heya tayê sipî ji tayê reş (ku jê ra segura sibê dibêjin) ji bona we ra diyar be bixun û vexun û hûn ji piştî vî danî, rojîya xwe heya şevê pêk bînin. Û heke hûn di mizgevtan da ji bona perestîyê rawestîyabin, îdî hûn neçine nivîna wan jinan. (Di meha rojîye da, nemaze di dehê rojîyê para da di mizgevtan da bi rojî meriv rûtênin, perestî dikin). Evanan biryarne Yezdan in, îdî hûn nêzîkê wan nebin. Bi vî awayî Yezdan biryarne xwe ji bona merivan ra vedike. Bi rastî dibe ku ewan merivan parisî bikin
وَلَا تَأْكُلُوا أَمْوَالَكُمْ بَيْنَكُمْ بِالْبَاطِلِ وَتُدْلُوا بِهَا إِلَى الْحُكَّامِ لِتَأْكُلُوا فَرِيقًا مِنْ أَمْوَالِ النَّاسِ بِالْإِثْمِ وَأَنْتُمْ تَعْلَمُونَ
Û hûn (gelî kesan!) malê hev di nava hev da bi sedemne pûç nexun û hûn bi zanîn malê hevdu nevêjine bal berewanan, ku ewan berewanan jî bi gunehkarî hinekî malê kesan bixun (hûn malê hevdu bi bertîl nedine xwerinê)
يَسْأَلُونَكَ عَنِ الْأَهِلَّةِ ۖ قُلْ هِيَ مَوَاقِيتُ لِلنَّاسِ وَالْحَجِّ ۗ وَلَيْسَ الْبِرُّ بِأَنْ تَأْتُوا الْبُيُوتَ مِنْ ظُهُورِهَا وَلَٰكِنَّ الْبِرَّ مَنِ اتَّقَىٰ ۗ وَأْتُوا الْبُيُوتَ مِنْ أَبْوَابِهَا ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ
(Muhemmed!) Ewan ji te hîvan di pirsin. (Tu ji bona wan ra) bêje: “Ewan hîvan ku nû dibin, ji bona meriv û hec kirinê, danin (meriv danê xwe û danê hecê bi wan hîvan dizanin). Û ji qencîyan nîne, ku hûn di pişta xanîyan da herne xanîyan û lê xudaparisîya kesan ji qencî-yan e û hûn di derê xanîyan da herne xanîyan û hûn Yezdan parisî bikin, bi rastî hêvî heye ku hûn fereste bibin
وَقَاتِلُوا فِي سَبِيلِ اللَّهِ الَّذِينَ يُقَاتِلُونَكُمْ وَلَا تَعْتَدُوا ۚ إِنَّ اللَّهَ لَا يُحِبُّ الْمُعْتَدِينَ
Û hûn (gelî bawergeran!) Bi wanê ku bi we re qirînê dikin, di rêya Yezdan da bi wan ra qirînê bikin û hûn bi cewrkarî pêş va neçin. Bi rastî Yezdan ji wanê, ku bi cewrkarî pêş va di çin hez nake

Choose other languages: