Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #141 Translated in Kurdish

فَإِنْ آمَنُوا بِمِثْلِ مَا آمَنْتُمْ بِهِ فَقَدِ اهْتَدَوْا ۖ وَإِنْ تَوَلَّوْا فَإِنَّمَا هُمْ فِي شِقَاقٍ ۖ فَسَيَكْفِيكَهُمُ اللَّهُ ۚ وَهُوَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ
Îdî heke ewanan wekî we ça bawer kirîye, bawer bikin, bi rastî ewan hatine rêya rast û heke ewan pişta xwe bidine bawerya bi vî awayî, bi rastî îdî ewan di dudilyê danin. Di hemberê wan da Yezdan besî te ye. Yezdan bihîstekê pir zan e
صِبْغَةَ اللَّهِ ۖ وَمَنْ أَحْسَنُ مِنَ اللَّهِ صِبْغَةً ۖ وَنَحْنُ لَهُ عَابِدُونَ
(Hûn bibne peyrewê) rengê, ku Yezdan (ji bona we ra daye). gelo rengê (ola kê) ji rengê (ola) Yezdan rindtire? Û em bi xweber jî hey ji bona Yezdan ra perestî dikin
قُلْ أَتُحَاجُّونَنَا فِي اللَّهِ وَهُوَ رَبُّنَا وَرَبُّكُمْ وَلَنَا أَعْمَالُنَا وَلَكُمْ أَعْمَالُكُمْ وَنَحْنُ لَهُ مُخْلِصُونَ
Tu ji bona filan ra bêje: “Ka hûn ça di ola Yezdan da bi me ra tekoşîn dikin? Yezdan bi xweber jî Xudayê me herdu destan e, keda me ji bona me ra ne û keda we jî ji bona we ra ne û em bi xweber ji bona Yezdan ra hey perestî dikin.”
أَمْ تَقُولُونَ إِنَّ إِبْرَاهِيمَ وَإِسْمَاعِيلَ وَإِسْحَاقَ وَيَعْقُوبَ وَالْأَسْبَاطَ كَانُوا هُودًا أَوْ نَصَارَىٰ ۗ قُلْ أَأَنْتُمْ أَعْلَمُ أَمِ اللَّهُ ۗ وَمَنْ أَظْلَمُ مِمَّنْ كَتَمَ شَهَادَةً عِنْدَهُ مِنَ اللَّهِ ۗ وَمَا اللَّهُ بِغَافِلٍ عَمَّا تَعْمَلُونَ
Qey hûn dibêjin: “Ku bi rastî Îbrahim û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û nevîne wan, cihû ya jî mexînî ne?” (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: “Gelo hûn çêtir dizanin, ya jî Yezdan çêtir dizane? Û gelo ji wî kesê, ku Yezdan ji wî ra rastî dabe hîn kirinê, ewa jî rastîyê veşêre, cewrkartir kê heye?” Û Yezdan bi xweber jî ji kirinê we bê agah nîne
تِلْكَ أُمَّةٌ قَدْ خَلَتْ ۖ لَهَا مَا كَسَبَتْ وَلَكُمْ مَا كَسَبْتُمْ ۖ وَلَا تُسْأَلُونَ عَمَّا كَانُوا يَعْمَلُونَ
Evan komek in hatine û çûne, keda wan ji bona wan ra ne û keda we jî ji bona we ra ne û hûn ji wan kirinê, ku ewan dikin, nayêne pirs kirinê

Choose other languages: