Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #138 Translated in Kurdish

تِلْكَ أُمَّةٌ قَدْ خَلَتْ ۖ لَهَا مَا كَسَبَتْ وَلَكُمْ مَا كَسَبْتُمْ ۖ وَلَا تُسْأَلُونَ عَمَّا كَانُوا يَعْمَلُونَ
Evan (zarne Îbrahîm û Yaqûb) komne wusa nin bi rastî hatine û çûne. Ewan çiked kiri-bin, keda wan ji bona wan ra ne û hûn jî çiked bikin, keda we jî ji bona we ra ne û hûn ji kirine wan nayêne pirs kirinê
وَقَالُوا كُونُوا هُودًا أَوْ نَصَارَىٰ تَهْتَدُوا ۗ قُلْ بَلْ مِلَّةَ إِبْرَاهِيمَ حَنِيفًا ۖ وَمَا كَانَ مِنَ الْمُشْرِكِينَ
Ewan ji bona we ra gotinê: “Hûn bibne cihû û ya bibne mexînî, ku hûn werne rêya rast.” (Muhammed! Tu ji wan ra bêje:) “Gotina we nîne, lê em di ola Îbrahim e ku ji xaryê dûr e, rast danîn. Îbrahîm bi xweber jî qe ne bûye ji hevrî çêkeran
قُولُوا آمَنَّا بِاللَّهِ وَمَا أُنْزِلَ إِلَيْنَا وَمَا أُنْزِلَ إِلَىٰ إِبْرَاهِيمَ وَإِسْمَاعِيلَ وَإِسْحَاقَ وَيَعْقُوبَ وَالْأَسْبَاطِ وَمَا أُوتِيَ مُوسَىٰ وَعِيسَىٰ وَمَا أُوتِيَ النَّبِيُّونَ مِنْ رَبِّهِمْ لَا نُفَرِّقُ بَيْنَ أَحَدٍ مِنْهُمْ وَنَحْنُ لَهُ مُسْلِمُونَ
(Gava ewan wusa ji bona we ra bêjin) hûn jî bêjin: “Me bi Yezdan û bi wê pirtûk û bir-yarne li bal me da hatine hinartin bi wan biryarne li bal Îbrahîn û Îsmail û Îshaq û Yaqûb nevîne wan hatine hinartin û bi wan pirtûne, ku ji Mûsa û ji Îsa ra hatine û bi wan pirtûne û biryarne ku ji hemû pêxemberan ra, ji Xudeyê wan hatine, bawer kiriye. Em di nava wan yekê da jî tu veqetandinê çê nakin û me bi xweber jî ji bona Yezdan ra xwe hispartîye.”
فَإِنْ آمَنُوا بِمِثْلِ مَا آمَنْتُمْ بِهِ فَقَدِ اهْتَدَوْا ۖ وَإِنْ تَوَلَّوْا فَإِنَّمَا هُمْ فِي شِقَاقٍ ۖ فَسَيَكْفِيكَهُمُ اللَّهُ ۚ وَهُوَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ
Îdî heke ewanan wekî we ça bawer kirîye, bawer bikin, bi rastî ewan hatine rêya rast û heke ewan pişta xwe bidine bawerya bi vî awayî, bi rastî îdî ewan di dudilyê danin. Di hemberê wan da Yezdan besî te ye. Yezdan bihîstekê pir zan e
صِبْغَةَ اللَّهِ ۖ وَمَنْ أَحْسَنُ مِنَ اللَّهِ صِبْغَةً ۖ وَنَحْنُ لَهُ عَابِدُونَ
(Hûn bibne peyrewê) rengê, ku Yezdan (ji bona we ra daye). gelo rengê (ola kê) ji rengê (ola) Yezdan rindtire? Û em bi xweber jî hey ji bona Yezdan ra perestî dikin

Choose other languages: