Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #112 Translated in Kurdish

أَمْ تُرِيدُونَ أَنْ تَسْأَلُوا رَسُولَكُمْ كَمَا سُئِلَ مُوسَىٰ مِنْ قَبْلُ ۗ وَمَنْ يَتَبَدَّلِ الْكُفْرَ بِالْإِيمَانِ فَقَدْ ضَلَّ سَوَاءَ السَّبِيلِ
Qey hûn jî (gelî musilmanan!) divên ku hûn jî ji pêxeberê xwe pirsan bikin, ça hêj berê da ji Mûsa pirs hatine kirinê? Û bi sond! Îdî kê baweryê bi filetiyê biguhure, ew wunda kirîye
وَدَّ كَثِيرٌ مِنْ أَهْلِ الْكِتَابِ لَوْ يَرُدُّونَكُمْ مِنْ بَعْدِ إِيمَانِكُمْ كُفَّارًا حَسَدًا مِنْ عِنْدِ أَنْفُسِهِمْ مِنْ بَعْدِ مَا تَبَيَّنَ لَهُمُ الْحَقُّ ۖ فَاعْفُوا وَاصْفَحُوا حَتَّىٰ يَأْتِيَ اللَّهُ بِأَمْرِهِ ۗ إِنَّ اللَّهَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Pir kes ji xweyê pirtûkan hene, ji dexesîyan ji piştî maf ji wan ra bûye jî hez dikin, ku we ji bawerya we bifetilînin, bixne file. Îdî heya fermana Yezdan ku bê, hûn ewan bibaxişînin; ji wan bibore. Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan bi hêz e
وَأَقِيمُوا الصَّلَاةَ وَآتُوا الزَّكَاةَ ۚ وَمَا تُقَدِّمُوا لِأَنْفُسِكُمْ مِنْ خَيْرٍ تَجِدُوهُ عِنْدَ اللَّهِ ۗ إِنَّ اللَّهَ بِمَا تَعْمَلُونَ بَصِيرٌ
Û hûn nimêj bikin, û baca malê xwe bidin. Hûn ji bona xwe ra qencîyan çi pêş da verêkin, hûnê ewê gencîyê li bal Yezdan bibînin. Bi rastî Yezdan, dîdevanê hemû kirinê we ye
وَقَالُوا لَنْ يَدْخُلَ الْجَنَّةَ إِلَّا مَنْ كَانَ هُودًا أَوْ نَصَارَىٰ ۗ تِلْكَ أَمَانِيُّهُمْ ۗ قُلْ هَاتُوا بُرْهَانَكُمْ إِنْ كُنْتُمْ صَادِقِينَ
Û ewan (cihû û mexînan) gotine: “Ji pêştirê cihû û mexînan tu kes naçe bihiştê.” Eva gotina dilxwazîya wan e. Tu (ji wan ra) bêje: “Heke hûn digotina xwe da rastin, ka nîşana xwe bînin.”
بَلَىٰ مَنْ أَسْلَمَ وَجْهَهُ لِلَّهِ وَهُوَ مُحْسِنٌ فَلَهُ أَجْرُهُ عِنْدَ رَبِّهِ وَلَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ
Na, wekî gotina wan nîne; lê kê xwe hispartibe Yezdan, bi xweber jî qencîkarbe, îdî ji bona wî ra li bal Xudayê wî, xelata wî heye. Ji bona wan ra tu tirs û murûzaya (ji kêm xwelat danê) jî tune ye

Choose other languages: