Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Ankabut Ayahs #67 Translated in Kurdish

وَلَئِنْ سَأَلْتَهُمْ مَنْ نَزَّلَ مِنَ السَّمَاءِ مَاءً فَأَحْيَا بِهِ الْأَرْضَ مِنْ بَعْدِ مَوْتِهَا لَيَقُولُنَّ اللَّهُ ۚ قُلِ الْحَمْدُ لِلَّهِ ۚ بَلْ أَكْثَرُهُمْ لَا يَعْقِلُونَ
Heke tu ji wan bipirsî: "Gelo ke avan ji ezmanan da dihênirîne, îdî ji piştî mirina zemîn, ewê zemîn bi wê avê zende dike kê ye? Ewanê (bersiva te aha bidin û) wê bêjin, "Ewê (van tiştan dike) ewa Yezdan e." Tu ji wan ra (aha) bêje: "Sipazî hemî ji bona Yezdan ra ne." Ê pirê wan (ji van beratan) hiş hilnadin
وَمَا هَٰذِهِ الْحَيَاةُ الدُّنْيَا إِلَّا لَهْوٌ وَلَعِبٌ ۚ وَإِنَّ الدَّارَ الْآخِرَةَ لَهِيَ الْحَيَوَانُ ۚ لَوْ كَانُوا يَعْلَمُونَ
Jîna vê cîhanê hey leyîztik û dilxwastinek e. Loma bi rastî jîna rast hey jîna avaîyî para da ye. Xwazîka ewan bi zanînan
فَإِذَا رَكِبُوا فِي الْفُلْكِ دَعَوُا اللَّهَ مُخْلِصِينَ لَهُ الدِّينَ فَلَمَّا نَجَّاهُمْ إِلَى الْبَرِّ إِذَا هُمْ يُشْرِكُونَ
Îdî gava ewan (filan) sîyarê kelekan dibin, ji tirsan gazî Yezdan dikin (bawer dikin) ku ol, xwurî hey ji bona wî ra ne. Gava bi serfırazî têne reşaîyê, dîsa ji bona wî ra hevrîyan çê dikin
لِيَكْفُرُوا بِمَا آتَيْنَاهُمْ وَلِيَتَمَتَّعُوا ۖ فَسَوْفَ يَعْلَمُونَ
(Ewan aha dikin); ji bo ku nonkorîya qencîyên me bikin û ji wan qencîyan berxwudarî bibin (me ji bîrva bikin). Îdî ewanê di nêzîk da bi kirinê xwe bizanin
أَوَلَمْ يَرَوْا أَنَّا جَعَلْنَا حَرَمًا آمِنًا وَيُتَخَطَّفُ النَّاسُ مِنْ حَوْلِهِمْ ۚ أَفَبِالْبَاطِلِ يُؤْمِنُونَ وَبِنِعْمَةِ اللَّهِ يَكْفُرُونَ
Ma qey (ewan komalê bajar yê Mekkê) nabînin; ku me ji bona wan ra (Mekke) xistîye şûna qedexan (tu kes) tê da nayên kuştinê lê di wan (bajarê) dora wan da bêwec dihatine herçiqandinê? Ma qey ewan (Mekkîyan) bi tiştê pûç bawer dikin û nonkorya qencîyên Yezdan dikin

Choose other languages: