Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Ankabut Ayahs #46 Translated in Kurdish

إِنَّ اللَّهَ يَعْلَمُ مَا يَدْعُونَ مِنْ دُونِهِ مِنْ شَيْءٍ ۚ وَهُوَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ
Bi rastî ka ewan ji pêştirê Yezdan ji çira perestî dikin, Yezdan pê dizane, loma Yezdan bi xweber servahatê bijejke ye
وَتِلْكَ الْأَمْثَالُ نَضْرِبُهَا لِلنَّاسِ ۖ وَمَا يَعْقِلُهَا إِلَّا الْعَالِمُونَ
Em evan hecwekîyan ji bona kesan ra vedikin. Lê ji pêştirê zanan tu kes ji van hiş hilnade (loma naponijin)
خَلَقَ اللَّهُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ بِالْحَقِّ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَةً لِلْمُؤْمِنِينَ
Yezdan ezman û zemîn bi mafî afirandîye. Ji bona bawerkeran ra di vê afirandinê da beratên derhoze hene
اتْلُ مَا أُوحِيَ إِلَيْكَ مِنَ الْكِتَابِ وَأَقِمِ الصَّلَاةَ ۖ إِنَّ الصَّلَاةَ تَنْهَىٰ عَنِ الْفَحْشَاءِ وَالْمُنْكَرِ ۗ وَلَذِكْرُ اللَّهِ أَكْبَرُ ۗ وَاللَّهُ يَعْلَمُ مَا تَصْنَعُونَ
(Muhemmed!) Ji pirtûkê çi li bal te da hatîye hinartinê, tu ewî bixwûne û tu (ça hatî fermankirinê wusa) nimêj bike. Loma bi rastî nimêj (kesan) ji sikatî û ji gonehan diparisîne. Şixwa bîranîna Yezdan ji hemî perestîyan meztir e. Û hûn çi pêşe bikin şixwa Yezdan bi wî dizane
وَلَا تُجَادِلُوا أَهْلَ الْكِتَابِ إِلَّا بِالَّتِي هِيَ أَحْسَنُ إِلَّا الَّذِينَ ظَلَمُوا مِنْهُمْ ۖ وَقُولُوا آمَنَّا بِالَّذِي أُنْزِلَ إِلَيْنَا وَأُنْزِلَ إِلَيْكُمْ وَإِلَٰهُنَا وَإِلَٰهُكُمْ وَاحِدٌ وَنَحْنُ لَهُ مُسْلِمُونَ
Û hûn (gelî bawerkeran!) bi xwaî pirtûka ra bi qencê tekoşînan va, tekoşînê bikin. Ji pêştirê wan (xwaî pirtûkên) cewrkar, hûn (ji wanê xwaî pirtûk ra aha) bêjin: "Çi tişta li bal me û li bal we da hatîye hinartinê, em bi wî bawer dikin. Û Xudayê me û Xudayê we yek e, me ji bona wî ra xwe hispartîye (hey em ji wî ra perestî dikin)

Choose other languages: