Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Ankabut Ayahs #44 Translated in Kurdish

فَكُلًّا أَخَذْنَا بِذَنْبِهِ ۖ فَمِنْهُمْ مَنْ أَرْسَلْنَا عَلَيْهِ حَاصِبًا وَمِنْهُمْ مَنْ أَخَذَتْهُ الصَّيْحَةُ وَمِنْهُمْ مَنْ خَسَفْنَا بِهِ الْأَرْضَ وَمِنْهُمْ مَنْ أَغْرَقْنَا ۚ وَمَا كَانَ اللَّهُ لِيَظْلِمَهُمْ وَلَٰكِنْ كَانُوا أَنْفُسَهُمْ يَظْلِمُونَ
Me her yekê ji wan bi gonehê wan dane girtinê. Îdî me hinekên ji wan babelîzk bi ser wan da şandîye, ewan (bi wê teşqele kirîye) û hinekên ji wan dengê teyrokê ewan girtin (ewan bi wî dengî me teşqele kirîye) û hinekên wan jî me ewan di zemîn da xistine xarê (me ewan jî wusa teşqele kirin) me hinekên wan jî di avê da fetisandin (ewan jî wusa hatine teşqelekirinê). Yez- dan li wan cewr ne kirîye, le ewan bi xweber li xwe cewr kirine (loma hatine teşqelekirinê)
مَثَلُ الَّذِينَ اتَّخَذُوا مِنْ دُونِ اللَّهِ أَوْلِيَاءَ كَمَثَلِ الْعَنْكَبُوتِ اتَّخَذَتْ بَيْتًا ۖ وَإِنَّ أَوْهَنَ الْبُيُوتِ لَبَيْتُ الْعَنْكَبُوتِ ۖ لَوْ كَانُوا يَعْلَمُونَ
Ewanê ku ji pêştirê Yezdan ji bona xwe ra serkaran digirin hene! Hecwekîya wan wekî we pîrhevoka, ku ji bona xwe ra xanîyekî ava dike (wusa bê wece). Bi rastî xanîyê pîrhevokê bê wecê xanîyan e, xwazîka ewan bi zanîyan (ka kirina wan ça ne)
إِنَّ اللَّهَ يَعْلَمُ مَا يَدْعُونَ مِنْ دُونِهِ مِنْ شَيْءٍ ۚ وَهُوَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ
Bi rastî ka ewan ji pêştirê Yezdan ji çira perestî dikin, Yezdan pê dizane, loma Yezdan bi xweber servahatê bijejke ye
وَتِلْكَ الْأَمْثَالُ نَضْرِبُهَا لِلنَّاسِ ۖ وَمَا يَعْقِلُهَا إِلَّا الْعَالِمُونَ
Em evan hecwekîyan ji bona kesan ra vedikin. Lê ji pêştirê zanan tu kes ji van hiş hilnade (loma naponijin)
خَلَقَ اللَّهُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ بِالْحَقِّ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَةً لِلْمُؤْمِنِينَ
Yezdan ezman û zemîn bi mafî afirandîye. Ji bona bawerkeran ra di vê afirandinê da beratên derhoze hene

Choose other languages: