Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Anfal Ayahs #41 Translated in Kurdish

لِيَمِيزَ اللَّهُ الْخَبِيثَ مِنَ الطَّيِّبِ وَيَجْعَلَ الْخَبِيثَ بَعْضَهُ عَلَىٰ بَعْضٍ فَيَرْكُمَهُ جَمِيعًا فَيَجْعَلَهُ فِي جَهَنَّمَ ۚ أُولَٰئِكَ هُمُ الْخَاسِرُونَ
(Ewan kom dibin) ji bo ku Yezdan sikan, ji tîtalan raqetîne û, ewan sikan dicivîne li ser hev datîne, îdî ewan sikan hemûşkan tevê hev dike paşê ewan sikan dixe dojê. Îdî ewanê zîyan kirine hene! Evan filan in
قُلْ لِلَّذِينَ كَفَرُوا إِنْ يَنْتَهُوا يُغْفَرْ لَهُمْ مَا قَدْ سَلَفَ وَإِنْ يَعُودُوا فَقَدْ مَضَتْ سُنَّتُ الْأَوَّلِينَ
Tu (Muhemmed! Ji bona wanê bûne file ra aha) beje: "Heke ewan (filan ji neyartîya Pêxember û ji qirîna bi wî ra) xwe bidine para da, we ji bona wan ra, ewan kirinê wanên berê bêne baxişandinê û heke ewan (filan) dîsa li bal (neyartî û qirîna bi Pêxember ra) bizivirin: îdî bi sond! Rêya (şapatdana wan komalên di berya wan da borîne heye!) We ji bona van ra jî (bêt pêkanînê)
وَقَاتِلُوهُمْ حَتَّىٰ لَا تَكُونَ فِتْنَةٌ وَيَكُونَ الدِّينُ كُلُّهُ لِلَّهِ ۚ فَإِنِ انْتَهَوْا فَإِنَّ اللَّهَ بِمَا يَعْمَلُونَ بَصِيرٌ
Û (Gelî bawergeran!) Hûn bi wanê (file ra) qirînê bikin heya (di cîhanê da) tevdanî nemîne û heya ku ol hemûşk jî ji bona Yezdan ra bimîne. Heke ewan (filan dest ji qirîn û tevdanê) berdan (bira ewan bizanin!) ku bi rastî Yezdan, ewan tiştên ku ewan dikin, dibîne
وَإِنْ تَوَلَّوْا فَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ مَوْلَاكُمْ ۚ نِعْمَ الْمَوْلَىٰ وَنِعْمَ النَّصِيرُ
Û heke ewan ji wan kirinan (dest ber nedan); pişta xwe dane we, îdî hûn bizanin! Ku bi rastî Yezdan serkarê we ye. Çiqa serkarekî qenc e û çiqa arîkarekî qenc e
وَاعْلَمُوا أَنَّمَا غَنِمْتُمْ مِنْ شَيْءٍ فَأَنَّ لِلَّهِ خُمُسَهُ وَلِلرَّسُولِ وَلِذِي الْقُرْبَىٰ وَالْيَتَامَىٰ وَالْمَسَاكِينِ وَابْنِ السَّبِيلِ إِنْ كُنْتُمْ آمَنْتُمْ بِاللَّهِ وَمَا أَنْزَلْنَا عَلَىٰ عَبْدِنَا يَوْمَ الْفُرْقَانِ يَوْمَ الْتَقَى الْجَمْعَانِ ۗ وَاللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Û hûn (gelî ewanê ku we bawer kirîye!) bizanin: We di roya, ku her du destan (di qirîna Bedrê da) rastî hev hatine, we çi mal şor kirîye; ji wî malî penca yek, ji bona Yezdan ra ne: Ewa ji bona Pêxember û lezimên wî û sewîyan û xêzan û rêwîyan (te sixurandinê). Heke we bi Yezdan û bi wan biryarên, ku me di roya her du deste tevê hev bibûn, ji bona rastî û pûçîtî ji hev raqetîne li ser bendê xwe da hinartîye, bawer kiribin (parkirin wusa ne). Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan dişî

Choose other languages: