Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Anbiya Ayahs #44 Translated in Kurdish

بَلْ تَأْتِيهِمْ بَغْتَةً فَتَبْهَتُهُمْ فَلَا يَسْتَطِيعُونَ رَدَّهَا وَلَا هُمْ يُنْظَرُونَ
Lê ewa dana ê nişkê va bi wan da were. Îdî ewan nikarin ewî danî bidine para; şaş dibin (dimînin, nizanin wê çi bikin) li wan jî nayê mêzekirinê (ku ji wan ra hinek danê mayî bê danê)
وَلَقَدِ اسْتُهْزِئَ بِرُسُلٍ مِنْ قَبْلِكَ فَحَاقَ بِالَّذِينَ سَخِرُوا مِنْهُمْ مَا كَانُوا بِهِ يَسْتَهْزِئُونَ
Bi sond! Bi wan pêxemberên berya te da jî hatîye tiranekirinê. Îdî ewan tiranekerê ji wan (filan) hene! Şapata tiranê wan, ewan hildane nava xwe da
قُلْ مَنْ يَكْلَؤُكُمْ بِاللَّيْلِ وَالنَّهَارِ مِنَ الرَّحْمَٰنِ ۗ بَلْ هُمْ عَنْ ذِكْرِ رَبِّهِمْ مُعْرِضُونَ
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo kê dikare; ku we di şev û royan da (ji şapata Yezdan yê) dilovan bide parisandinê? (Bi vî ra jî) ewan (hêj) ji bîranîna Xuda yê xwe rû difetilînin
أَمْ لَهُمْ آلِهَةٌ تَمْنَعُهُمْ مِنْ دُونِنَا ۚ لَا يَسْتَطِيعُونَ نَصْرَ أَنْفُسِهِمْ وَلَا هُمْ مِنَّا يُصْحَبُونَ
Qey ji bona wan ra ji pêtirê me, hinek xudayên mayî hene, ku ewan (ji şapata me) bidine para da? Ewan (xudan nikarin) arîkarya xwe bi xweber bikin (ma dora arîkarya wan wê ça bikin?). Ji me bi xweber jî (ji bona wan ilahan) qe tu xayîbûn çênabe
بَلْ مَتَّعْنَا هَٰؤُلَاءِ وَآبَاءَهُمْ حَتَّىٰ طَالَ عَلَيْهِمُ الْعُمُرُ ۗ أَفَلَا يَرَوْنَ أَنَّا نَأْتِي الْأَرْضَ نَنْقُصُهَا مِنْ أَطْرَافِهَا ۚ أَفَهُمُ الْغَالِبُونَ
Me evan (filan) û bi tevê bav û kalê wan va dane jînandinê, heya jîna wan ji wan ra jî dirêj hat. (Goman kirin, ku di cîhanê da bê mirin in). Ma qey ewan (filan) nabînin, ku em zemîn tînin, ji doranê zemîn dibirin (hindik û hindik zemîn kêm dibe)? Îdî qey servahatî ewan in (ya jî servehatî em in)

Choose other languages: