Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #65 Translated in Kurdish

فَمَنْ حَاجَّكَ فِيهِ مِنْ بَعْدِ مَا جَاءَكَ مِنَ الْعِلْمِ فَقُلْ تَعَالَوْا نَدْعُ أَبْنَاءَنَا وَأَبْنَاءَكُمْ وَنِسَاءَنَا وَنِسَاءَكُمْ وَأَنْفُسَنَا وَأَنْفُسَكُمْ ثُمَّ نَبْتَهِلْ فَنَجْعَلْ لَعْنَتَ اللَّهِ عَلَى الْكَاذِبِينَ
(Muhemmed!) Îdî ji piştî ku ji te ra zanîn divê dabaşê da hatîye, heke yek (dîsa) bi te ra tekoşîn bike, tu (ji bona wan ra) bêje: “Hûn werin (bicivin) ku em gazî zarê xwe û gazî zarê we û em gazî jinên xwe û gazî jinên we bikin û em û hûn bi xwer jî bi civin; paşê em bi hev ra qîr bikin (bêjin); îdî ewanê virek hene! Em bi hev ra deherandina Yezdan li ser wan (bixûnin).”
إِنَّ هَٰذَا لَهُوَ الْقَصَصُ الْحَقُّ ۚ وَمَا مِنْ إِلَٰهٍ إِلَّا اللَّهُ ۚ وَإِنَّ اللَّهَ لَهُوَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ
Bi rastî ewa (bûyera di mafê Îsa da hatiye gotinê heye) bûyera rast eva bi xweber e. Û ji pêştirê Yezdanê (babetê perestîyê) tu yezdan tune ne. Bi rastî Yezdan bi xweber jî serfirazê bijejke ye
فَإِنْ تَوَلَّوْا فَإِنَّ اللَّهَ عَلِيمٌ بِالْمُفْسِدِينَ
Îdî heke ewan rû bifetilînin, bi rastî Yezdan bi tevdanokan dizane
قُلْ يَا أَهْلَ الْكِتَابِ تَعَالَوْا إِلَىٰ كَلِمَةٍ سَوَاءٍ بَيْنَنَا وَبَيْنَكُمْ أَلَّا نَعْبُدَ إِلَّا اللَّهَ وَلَا نُشْرِكَ بِهِ شَيْئًا وَلَا يَتَّخِذَ بَعْضُنَا بَعْضًا أَرْبَابًا مِنْ دُونِ اللَّهِ ۚ فَإِنْ تَوَلَّوْا فَقُولُوا اشْهَدُوا بِأَنَّا مُسْلِمُونَ
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Gelî xweyê pirtûkan! Ka hûn werin bal wê peyva, ku di nîveka me û di nîveka we da bi wekitî yek e; em hey ji Yezdan ra perestî bikin û em tu tiştî ji bona Yezdan ra nexine hevrî û hinekên me, hinekî meyî maî ji xwe ra ji pêştirê Yezdan bi xwedatî negirin.” Îdî heke ewan rû bizivirînin tu (ji wan ra aha) bêje: “Hûn şahid bin, ku bi rastî em misilman bûne.”
يَا أَهْلَ الْكِتَابِ لِمَ تُحَاجُّونَ فِي إِبْرَاهِيمَ وَمَا أُنْزِلَتِ التَّوْرَاةُ وَالْإِنْجِيلُ إِلَّا مِنْ بَعْدِهِ ۚ أَفَلَا تَعْقِلُونَ
Gelî xweyê pirtûkan! Hûn çima di mafê Îbrahîm da tekoşînê dikin? Tewrat û Încîl di pey Îbrahim da hatine hinartinê. Îdî qe hûn hiş hilnadin

Choose other languages: