Surah Aal-E-Imran Ayahs #44 Translated in Kurdish
قَالَ رَبِّ أَنَّىٰ يَكُونُ لِي غُلَامٌ وَقَدْ بَلَغَنِيَ الْكِبَرُ وَامْرَأَتِي عَاقِرٌ ۖ قَالَ كَذَٰلِكَ اللَّهُ يَفْعَلُ مَا يَشَاءُ
Zekerêya bi lavatî ji Xweda ra gotîye: “Xweda! Ka, we ça ji bona min ra kurekê bibe? Îdî ez kal bûme û jina min jî “eremûk” e. (Yezdan) Gotîye: “Gotina te ye, lê Yezdan ça bivê wusa dike.”
قَالَ رَبِّ اجْعَلْ لِي آيَةً ۖ قَالَ آيَتُكَ أَلَّا تُكَلِّمَ النَّاسَ ثَلَاثَةَ أَيَّامٍ إِلَّا رَمْزًا ۗ وَاذْكُرْ رَبَّكَ كَثِيرًا وَسَبِّحْ بِالْعَشِيِّ وَالْإِبْكَارِ
(Zekerêya ji Xweda lava kirîye) Gotîye: “Xweda! Ka tu ji bona min ra (ku wê ji bona min ra kurekî bibe) beratekî bide.” Xweda ji bona Zekerêya ra gotîye: “Berata te ev e; ku tu di sê royan da bi tu kesî ra mijûl nebî, ji xêncî bi niqandin (bi peyivî). Û tu pir perestîya Xwedayê xwe bikî. Û tu di sibe û êvaran da Xwedayê xwe ji kêmasîyan bi sipazî paqij bikî.”
وَإِذْ قَالَتِ الْمَلَائِكَةُ يَا مَرْيَمُ إِنَّ اللَّهَ اصْطَفَاكِ وَطَهَّرَكِ وَاصْطَفَاكِ عَلَىٰ نِسَاءِ الْعَالَمِينَ
Û di gavekî da firiştan (aha)gotine: “Meryem! Bi rastî Yezdan tu hêlbijartî û paqij kiriye û ewî te li ser hemû jinên cîhanê bi paydarî hêlbijartî.”
يَا مَرْيَمُ اقْنُتِي لِرَبِّكِ وَاسْجُدِي وَارْكَعِي مَعَ الرَّاكِعِينَ
Meryem! Tu bi dil ji bona Xwedayê xwe ra (biperestî) stûyê xwe xar bike û tu ji bona Xwedayê xwe ra kunde behere û tu bi wanê ku (xwe ji bona Xweda ra) kûz dikin, xwe kûz bike
ذَٰلِكَ مِنْ أَنْبَاءِ الْغَيْبِ نُوحِيهِ إِلَيْكَ ۚ وَمَا كُنْتَ لَدَيْهِمْ إِذْ يُلْقُونَ أَقْلَامَهُمْ أَيُّهُمْ يَكْفُلُ مَرْيَمَ وَمَا كُنْتَ لَدَيْهِمْ إِذْ يَخْتَصِمُونَ
(Muhemmed!) Evanan hemûşk ji axiftinê dizîka da nin, em li bal te da diniqînin. Di gava ewan peşk diavêtin, ka kîjanê ji wan bibe damin, ji bona xwayî kirina Meryemê û di gava ku ewan tekoşîn dikirin (ji bona daminya Meryemê) tu li bal wan nebû î
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
