Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #19 Translated in Kurdish

قُلْ أَؤُنَبِّئُكُمْ بِخَيْرٍ مِنْ ذَٰلِكُمْ ۚ لِلَّذِينَ اتَّقَوْا عِنْدَ رَبِّهِمْ جَنَّاتٌ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا وَأَزْوَاجٌ مُطَهَّرَةٌ وَرِضْوَانٌ مِنَ اللَّهِ ۗ وَاللَّهُ بَصِيرٌ بِالْعِبَادِ
(Muhemmed! Tu ji bona wan ra) bêje: “Hûn hez dikin, ku ez ji bona we ra, hêj ji van hezkirinê we, çêtir bêjim? Ewanê Xweda parizî dikin, hene! Ji bona wan ra li bal Xwedayê wan, behiştên ku di bine darê wan da çem dikişin heye. Ewanan di behiştê da hey dimînin. Û ji bona wan ra zone paqij û qayîlbûna ji Yezdan heye. Û Yezdan bi xweber jî bendenê xwe dibîne
الَّذِينَ يَقُولُونَ رَبَّنَا إِنَّنَا آمَنَّا فَاغْفِرْ لَنَا ذُنُوبَنَا وَقِنَا عَذَابَ النَّارِ
Ewan xwedaparizan in, ku dibêjin: “Xwedayê me! Bi rastî me bi te bawer kirîye, îdî tu ji bona me ra gunehên me bibaxişîne û tu me ji şapata agir biparisîne.”
الصَّابِرِينَ وَالصَّادِقِينَ وَالْقَانِتِينَ وَالْمُنْفِقِينَ وَالْمُسْتَغْفِرِينَ بِالْأَسْحَارِ
Ewan xwedaparizan in, ku li ser aşît û teşqelan hew dikin û rast in û bi dil perestî dikin û malê xwe ji bona hewcan ra, di rêya Xwedê da, disixurînin û di sewgura sibehê da, ji bona baxişandina gunehên xwe, lavan dikin
شَهِدَ اللَّهُ أَنَّهُ لَا إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ وَالْمَلَائِكَةُ وَأُولُو الْعِلْمِ قَائِمًا بِالْقِسْطِ ۚ لَا إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ
Bi rastî Yezdan û firiştan û ewan zane ne, ku bi dadvanî radibin, daditîyî bi cîh tînin şahidî dane, ku tu yezdan ji pêştirê Yezdanê (babetê perestîyê) tune ne, hey servahatê bijejke ewa ye
إِنَّ الدِّينَ عِنْدَ اللَّهِ الْإِسْلَامُ ۗ وَمَا اخْتَلَفَ الَّذِينَ أُوتُوا الْكِتَابَ إِلَّا مِنْ بَعْدِ مَا جَاءَهُمُ الْعِلْمُ بَغْيًا بَيْنَهُمْ ۗ وَمَنْ يَكْفُرْ بِآيَاتِ اللَّهِ فَإِنَّ اللَّهَ سَرِيعُ الْحِسَابِ
Bi rastî “ol”a rastî li bal Yezdan, hey “ol”a (bi nav) Îslam e. Ewan komên, ku ji wan ra pirtûk hatîye hene! Ji piştî ku ji wan ra zanîn hatîye, paşê ji dexesîya di nava hev da, ne wekhevbûn çê kirine. Û kîjan bi beratenê Yezdan bibe file, îdî bira bizane! Bi rastî Yezdan zû hijmarok e

Choose other languages: