Surah Aal-E-Imran Ayahs #162 Translated in Kurdish
وَلَئِنْ مُتُّمْ أَوْ قُتِلْتُمْ لَإِلَى اللَّهِ تُحْشَرُونَ
Bi sond! Heke hûn bimirin, ya jî bêne kuştinê hûnê hey li bal Yezdan da bêne civandinê
فَبِمَا رَحْمَةٍ مِنَ اللَّهِ لِنْتَ لَهُمْ ۖ وَلَوْ كُنْتَ فَظًّا غَلِيظَ الْقَلْبِ لَانْفَضُّوا مِنْ حَوْلِكَ ۖ فَاعْفُ عَنْهُمْ وَاسْتَغْفِرْ لَهُمْ وَشَاوِرْهُمْ فِي الْأَمْرِ ۖ فَإِذَا عَزَمْتَ فَتَوَكَّلْ عَلَى اللَّهِ ۚ إِنَّ اللَّهَ يُحِبُّ الْمُتَوَكِّلِينَ
Bi sedema dilovanîya ji Yezdan (ku dabû te) îdî (Muhemmed!) tu ji bona wan ra nerm bûyî. Û heke (Muhemmed! Tu merivekî dil) hişk bibûyaî, ewanê ji dora te biherikîyan (biçûnan). Îdî tu ewan (sikatîne wan) bibaxişîne û tu ji bona (baxişandina) gunehên wan lava bike. Û tu di bûyeran da, bi wan ra biponije (muşawere bike). Lê di gava te cada tiştekî kir, îdî tu xwe hispêre Yezdan. Bi rastî Yezdan ji histpêrekan hez dike
إِنْ يَنْصُرْكُمُ اللَّهُ فَلَا غَالِبَ لَكُمْ ۖ وَإِنْ يَخْذُلْكُمْ فَمَنْ ذَا الَّذِي يَنْصُرُكُمْ مِنْ بَعْدِهِ ۗ وَعَلَى اللَّهِ فَلْيَتَوَكَّلِ الْمُؤْمِنُونَ
Heke Yezdan arîkarîya we bike, îdî tu sernegûnî ji bona we ra tune ye. Û heke Yezdan we sernegûn bike, gelo ji piştî Yezdan, kesê arîkarîya we bike, heye? Gelî bawergeran! Îdî hûn xwe hispêrên Yezdan
وَمَا كَانَ لِنَبِيٍّ أَنْ يَغُلَّ ۚ وَمَنْ يَغْلُلْ يَأْتِ بِمَا غَلَّ يَوْمَ الْقِيَامَةِ ۚ ثُمَّ تُوَفَّىٰ كُلُّ نَفْسٍ مَا كَسَبَتْ وَهُمْ لَا يُظْلَمُونَ
Babetê tu pêxemberî nîne, ku bi dexelî (malê şorê veşêre û di ewletîya xwe da dexelî bike) û kîjan dexelîyan bike (malê şorê veşêre) di roya rabûna hemûtî da ewa meriva bi dexelîya xwe va tê civînê. Paşê ji bona hemûşkan ra jî keda ewan kiriye bê cevrkirin ji wan ra tê dayînê
أَفَمَنِ اتَّبَعَ رِضْوَانَ اللَّهِ كَمَنْ بَاءَ بِسَخَطٍ مِنَ اللَّهِ وَمَأْوَاهُ جَهَنَّمُ ۚ وَبِئْسَ الْمَصِيرُ
Qe ewanê dibine peyrewê qayilbûna Yezdan wekî wanê, ku rastê xeşma Yezdan hatine, dibin? Şûna evê ku rastê xeşma Yezdan hatîye, doj e. Doj çi qa şûnek e sike
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
