Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #145 Translated in Kurdish

وَلِيُمَحِّصَ اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا وَيَمْحَقَ الْكَافِرِينَ
Û ji bo ku Yezdan ewanê bawer kirine (ji gunehan) bi malîne û (Yezdan) ewanê file jî (bi gunehên wan va) biherçiqine
أَمْ حَسِبْتُمْ أَنْ تَدْخُلُوا الْجَنَّةَ وَلَمَّا يَعْلَمِ اللَّهُ الَّذِينَ جَاهَدُوا مِنْكُمْ وَيَعْلَمَ الصَّابِرِينَ
Qey hûn goman dikin, ku hûnê herne bihiştê Yezdan jî qe bi wan merivên ji we ne, ku di rêya Yezdan da tekoşîn kiribin û bi wan merivên ji we ne, ku di hembere aşîtan da hew kiribin, nizanbe
وَلَقَدْ كُنْتُمْ تَمَنَّوْنَ الْمَوْتَ مِنْ قَبْلِ أَنْ تَلْقَوْهُ فَقَدْ رَأَيْتُمُوهُ وَأَنْتُمْ تَنْظُرُونَ
Û bi sond! Di gava hêj hûn rastî mirine ne hatibûn, we dilxwazîya mirinê dikirin. Îdî bi rastî we mirin dît hûn zoq mane lê mêze dikin
وَمَا مُحَمَّدٌ إِلَّا رَسُولٌ قَدْ خَلَتْ مِنْ قَبْلِهِ الرُّسُلُ ۚ أَفَإِنْ مَاتَ أَوْ قُتِلَ انْقَلَبْتُمْ عَلَىٰ أَعْقَابِكُمْ ۚ وَمَنْ يَنْقَلِبْ عَلَىٰ عَقِبَيْهِ فَلَنْ يَضُرَّ اللَّهَ شَيْئًا ۗ وَسَيَجْزِي اللَّهُ الشَّاكِرِينَ
Û Muhemmed! Hey pêxemberêk e, di berêya wî da pêxember hatine çûne. Qey di gava (Muhemmed) bimire, ya jî bê kuştine, hûnê para da bizivirin? Îdî kîjan para da bizivire ewa tu zîyanê nade Yezdan. Bi rastî Yazdanê sipaskaran xelat bike
وَمَا كَانَ لِنَفْسٍ أَنْ تَمُوتَ إِلَّا بِإِذْنِ اللَّهِ كِتَابًا مُؤَجَّلًا ۗ وَمَنْ يُرِدْ ثَوَابَ الدُّنْيَا نُؤْتِهِ مِنْهَا وَمَنْ يُرِدْ ثَوَابَ الْآخِرَةِ نُؤْتِهِ مِنْهَا ۚ وَسَنَجْزِي الشَّاكِرِينَ
Bê destûra Yezdan tu kes namire! Û kîjan qencên cîhanê bivê, emê ji wan qencên cîhanê bidine wî û kîjan jî qencên dan û gavê para da bivê, emê ji wan qencên danê para da bidine wî. Û bi rastî emê sipaskaran xelat bikin

Choose other languages: