Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #142 Translated in Kurdish

هَٰذَا بَيَانٌ لِلنَّاسِ وَهُدًى وَمَوْعِظَةٌ لِلْمُتَّقِينَ
Eva (Qur’ana bi wan beratên borî va) ji bona hemû merivan huzwartine û ji bona xwedaparisan beled û şîretek e
وَلَا تَهِنُوا وَلَا تَحْزَنُوا وَأَنْتُمُ الْأَعْلَوْنَ إِنْ كُنْتُمْ مُؤْمِنِينَ
Û hûn (gelî bawergeran!) sist ne bin û murûzê xwe nekin, heke we bi rastî bawer kiribe bi rastî hûnê bi serfirazî ewan sernegûn bikin
إِنْ يَمْسَسْكُمْ قَرْحٌ فَقَدْ مَسَّ الْقَوْمَ قَرْحٌ مِثْلُهُ ۚ وَتِلْكَ الْأَيَّامُ نُدَاوِلُهَا بَيْنَ النَّاسِ وَلِيَعْلَمَ اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا وَيَتَّخِذَ مِنْكُمْ شُهَدَاءَ ۗ وَاللَّهُ لَا يُحِبُّ الظَّالِمِينَ
Heke birîndaryek (di qirîna Uhudê da) bi we girtibe, bi rastî birîndaryek e wekî wê (di qirîna Bedrê da) bi wî komalî girtibû. Û evan royanin em di nava merivan da dixne dor, ji bo ku Yezdan ewanê bi rastî bawer kiribin bizane û ji we şahidan bigire. Bi rastî Yezdan ji cevrkaran hez nake
وَلِيُمَحِّصَ اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا وَيَمْحَقَ الْكَافِرِينَ
Û ji bo ku Yezdan ewanê bawer kirine (ji gunehan) bi malîne û (Yezdan) ewanê file jî (bi gunehên wan va) biherçiqine
أَمْ حَسِبْتُمْ أَنْ تَدْخُلُوا الْجَنَّةَ وَلَمَّا يَعْلَمِ اللَّهُ الَّذِينَ جَاهَدُوا مِنْكُمْ وَيَعْلَمَ الصَّابِرِينَ
Qey hûn goman dikin, ku hûnê herne bihiştê Yezdan jî qe bi wan merivên ji we ne, ku di rêya Yezdan da tekoşîn kiribin û bi wan merivên ji we ne, ku di hembere aşîtan da hew kiribin, nizanbe

Choose other languages: