Quran Apps in many lanuages:

Surah Yunus Ayahs #96 Translated in Kurdish

فَالْيَوْمَ نُنَجِّيكَ بِبَدَنِكَ لِتَكُونَ لِمَنْ خَلْفَكَ آيَةً ۚ وَإِنَّ كَثِيرًا مِنَ النَّاسِ عَنْ آيَاتِنَا لَغَافِلُونَ
Ji bona ku tu ji bo wanê li pey xwe da bibî berate, emê îro xurî termê te yê bê can fereste bikin. Bi rastî pirên ji kesan ji beratên me ne (sodretî) bê goman in
وَلَقَدْ بَوَّأْنَا بَنِي إِسْرَائِيلَ مُبَوَّأَ صِدْقٍ وَرَزَقْنَاهُمْ مِنَ الطَّيِّبَاتِ فَمَا اخْتَلَفُوا حَتَّىٰ جَاءَهُمُ الْعِلْمُ ۚ إِنَّ رَبَّكَ يَقْضِي بَيْنَهُمْ يَوْمَ الْقِيَامَةِ فِيمَا كَانُوا فِيهِ يَخْتَلِفُونَ
Û bi sond! Me zarên cihûyan di warên qenc da bi cî kirin û me rojîyên (rizq) tîtal dane wan, îdî heya ji wan ra zanîna (bi tiştan) ne hatîye; Ewan di wan bûyerên (di nava wan da heyî) ne wekhevî ne dikirin. Îdî (gava ji bona wan ra zanîna bi tiştan hatîye, ewan jî wekî zanîna xwe ye bi wan tiştan ne wekhev bûne). Bi rastî Xudayê te yê we di roya rabûna hemûtî da, di nava wan da di wê tişta ku ewan têda ne wekhev bûne, berewanî bike
فَإِنْ كُنْتَ فِي شَكٍّ مِمَّا أَنْزَلْنَا إِلَيْكَ فَاسْأَلِ الَّذِينَ يَقْرَءُونَ الْكِتَابَ مِنْ قَبْلِكَ ۚ لَقَدْ جَاءَكَ الْحَقُّ مِنْ رَبِّكَ فَلَا تَكُونَنَّ مِنَ الْمُمْتَرِينَ
Heke (Muhemmed! Tu di wan serdaborîyên pêxemberên) ku me (serda borya wan) li bal te da hinartîye du dil dibî, îdî tu (serdaborya wan) ji wanê, ku hêj di berya te da pirtûk xundine bipirse (şixwa rastîya eva, ku me ji bona te ra hinartîye xûya dibe). Bi sond! Ji Xudayê te maf bi rastî li bal te da hatîye. Îdî (hişyar be) nebe ji wan du dilê hînçkar
وَلَا تَكُونَنَّ مِنَ الَّذِينَ كَذَّبُوا بِآيَاتِ اللَّهِ فَتَكُونَ مِنَ الْخَاسِرِينَ
Û tu nebe ji wanê, ku beratên Yezdan dane derewdêrandinê. (Heke tu jî wekî wan bikî) tuyê bibî ji wanê zîyan kar
إِنَّ الَّذِينَ حَقَّتْ عَلَيْهِمْ كَلِمَتُ رَبِّكَ لَا يُؤْمِنُونَ
Bi rastî ewanê, ku peymana Xudayê te (ji bona celatdana wan) maf bûye hene! ewanan îdî bawer nakin

Choose other languages: