Surah Yunus Ayahs #6 Translated in Kurdish
أَكَانَ لِلنَّاسِ عَجَبًا أَنْ أَوْحَيْنَا إِلَىٰ رَجُلٍ مِنْهُمْ أَنْ أَنْذِرِ النَّاسَ وَبَشِّرِ الَّذِينَ آمَنُوا أَنَّ لَهُمْ قَدَمَ صِدْقٍ عِنْدَ رَبِّهِمْ ۗ قَالَ الْكَافِرُونَ إِنَّ هَٰذَا لَسَاحِرٌ مُبِينٌ
Qey ji bo ku me li bal mêrekî ji kesan da niqandîye (me ji wî ra aha gotibû:) "Tu kesan (bi şapatan) bide tirsandinê û mizgînê bide wanê bawer kirine, ku ji bona wan ra li bal Xudayê wan cîyên dostî û paye hene," ji bona merifan ra eva bûye sodret? Ji xwe ewanê file (aha) gotine: "Eva (mêrika) hey ançkarek; xûya ye
إِنَّ رَبَّكُمُ اللَّهُ الَّذِي خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ فِي سِتَّةِ أَيَّامٍ ثُمَّ اسْتَوَىٰ عَلَى الْعَرْشِ ۖ يُدَبِّرُ الْأَمْرَ ۖ مَا مِنْ شَفِيعٍ إِلَّا مِنْ بَعْدِ إِذْنِهِ ۚ ذَٰلِكُمُ اللَّهُ رَبُّكُمْ فَاعْبُدُوهُ ۚ أَفَلَا تَذَكَّرُونَ
(Gelî kesan!) Bi rastî ev, Yezdanê ku ezman û zemîn di şeş rojên êwirgahî da afirandîye û paşê arş jî (mana) hildaye binê hêza xwe da heye: Ewa Xudayê we ye. Ewa (Xuda naye) tedarika hemû bûyeran dike. Ji pêştirê destûra wî tu mehdervan tune ye (hemû mehder ji bona wî ra ne.) Ewa Yezdanê bi van salixan (tê salixkirinê) Xudayê we ye. Îdî hûn (ji bona wî ra) perestî bikin. Qey hûn (ji van salixan) hiş hilnadin
إِلَيْهِ مَرْجِعُكُمْ جَمِيعًا ۖ وَعْدَ اللَّهِ حَقًّا ۚ إِنَّهُ يَبْدَأُ الْخَلْقَ ثُمَّ يُعِيدُهُ لِيَجْزِيَ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ بِالْقِسْطِ ۚ وَالَّذِينَ كَفَرُوا لَهُمْ شَرَابٌ مِنْ حَمِيمٍ وَعَذَابٌ أَلِيمٌ بِمَا كَانُوا يَكْفُرُونَ
Zivirandina we hemûşkan hey li bal wî (Yezdan)î da ne. (Eva) bi rastî peymana Yezdan e, maf e. Bi rastî (Yezdan bi xweber e) ku di cara yekem da dest bi afirandinê dike. Ji bona ku ewanê bawer kirine û karê aştî kirine bi dadvanî xelat bike (ewan ji piştî mirinê) dîsa diafirîne. Ewanê bûne file hene! Ji bona wan ra bi sedema filetîya wan vexarineke ji ava herîkelkê heye û ji bona wan ra şapateke dilsoz heye
هُوَ الَّذِي جَعَلَ الشَّمْسَ ضِيَاءً وَالْقَمَرَ نُورًا وَقَدَّرَهُ مَنَازِلَ لِتَعْلَمُوا عَدَدَ السِّنِينَ وَالْحِسَابَ ۚ مَا خَلَقَ اللَّهُ ذَٰلِكَ إِلَّا بِالْحَقِّ ۚ يُفَصِّلُ الْآيَاتِ لِقَوْمٍ يَعْلَمُونَ
Ewê ku roj xistîye tav û hîv jî xistîye rohnayî û (ji bona hîvê ra) êwirgehên (pîvayî) gerandîye, ji bona ku hûn bi hijmara salan û bi hijmara (gavê xwe) bizanin, ewa Yezdan e. (Yezdan evan hey) bi dadvanî afirandine (ji bo ku hûn ji wan hiş bildin. Yezdan beratan ji bona komalê zana vedike)
إِنَّ فِي اخْتِلَافِ اللَّيْلِ وَالنَّهَارِ وَمَا خَلَقَ اللَّهُ فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ لَآيَاتٍ لِقَوْمٍ يَتَّقُونَ
Bi rastî ji bona wî komalê ku xudaparisî dikin; di ne wekhevbûna şev û royan da û di afirandina Yezdan, tiştên di ezman û zemîn da heyî beratên (hişdarî) hene
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
