Quran Apps in many lanuages:

Surah Yunus Ayahs #17 Translated in Kurdish

وَلَقَدْ أَهْلَكْنَا الْقُرُونَ مِنْ قَبْلِكُمْ لَمَّا ظَلَمُوا ۙ وَجَاءَتْهُمْ رُسُلُهُمْ بِالْبَيِّنَاتِ وَمَا كَانُوا لِيُؤْمِنُوا ۚ كَذَٰلِكَ نَجْزِي الْقَوْمَ الْمُجْرِمِينَ
Û bi sond! Di berya we da çiqa komel hebûne, geva pêxemberên wan li bal wan da bi beratên vekirî va hatibûne bal van ji bo ku ewan bi wî pêxemberî bawer bikin, ewî (komalê bawer ne kiribûne) li xwe cewr kiribûne, me jî ewan teşqele kirine. Bi vî awayî em komalê nûsîtemkar celat dikin
ثُمَّ جَعَلْنَاكُمْ خَلَائِفَ فِي الْأَرْضِ مِنْ بَعْدِهِمْ لِنَنْظُرَ كَيْفَ تَعْمَلُونَ
Paşê ji bo ku em mêze bikin ka hûn çi dikin, me hûn li pey wan da xistine şûnmaîyên wan di zemîn da hîştin
وَإِذَا تُتْلَىٰ عَلَيْهِمْ آيَاتُنَا بَيِّنَاتٍ ۙ قَالَ الَّذِينَ لَا يَرْجُونَ لِقَاءَنَا ائْتِ بِقُرْآنٍ غَيْرِ هَٰذَا أَوْ بَدِّلْهُ ۚ قُلْ مَا يَكُونُ لِي أَنْ أُبَدِّلَهُ مِنْ تِلْقَاءِ نَفْسِي ۖ إِنْ أَتَّبِعُ إِلَّا مَا يُوحَىٰ إِلَيَّ ۖ إِنِّي أَخَافُ إِنْ عَصَيْتُ رَبِّي عَذَابَ يَوْمٍ عَظِيمٍ
Û di gava ku (ji bona wan ra ewan pêxemberan) beratên me bi vekirî dixunin, ewanê ku gomana (bi ber va hatina) gihîjtina me nakin (aha) gotine: "Ka, tu Qur’aneke ji pêştirê vê (Qur’anê) bîne, ya jî tu ewê (Qur’anê) biguhure." Tu (ji wan ra aha) beje:" Ez nikarim ewê (Qur’anê) ji ber xwe, bi xweber biguhurim. Loma ez hey dibime peyrewê wan biryarên, ku li bal min da hatine hînartinê. Bi rastî heke ez bê gotina Xudayê xwe bikim ez ji şapata ro ya mezin ditirsim
قُلْ لَوْ شَاءَ اللَّهُ مَا تَلَوْتُهُ عَلَيْكُمْ وَلَا أَدْرَاكُمْ بِهِ ۖ فَقَدْ لَبِثْتُ فِيكُمْ عُمُرًا مِنْ قَبْلِهِ ۚ أَفَلَا تَعْقِلُونَ
Tu ji (wan ra aha jî) bêje: "Heke Yezdan biva (şixwa) min ewa (Qur’ana) ji bona we ra ne dixwend û min hûn (bi xwendina wê Qur’anê jî) bi xwe ra ne dixistine tekoşînê. (Hûn dizanin ku ez di nava) we da hêj di berê da çend salan mabûm (qe tiştekî aha min gotibû?) îdî qe hûn naponijin
فَمَنْ أَظْلَمُ مِمَّنِ افْتَرَىٰ عَلَى اللَّهِ كَذِبًا أَوْ كَذَّبَ بِآيَاتِهِ ۚ إِنَّهُ لَا يُفْلِحُ الْمُجْرِمُونَ
Îdî gelo ji wî kesê ku bi viran, derewan (li ser navê) Yezdan bike, ya jî beratên Yezdan bide derewdêrandinê cewrkartir kî heye? Bi rastî nûsîtemkar fereste nabin

Choose other languages: