Quran Apps in many lanuages:

Surah Muhammad Ayahs #15 Translated in Kurdish

ذَٰلِكَ بِأَنَّ اللَّهَ مَوْلَى الَّذِينَ آمَنُوا وَأَنَّ الْكَافِرِينَ لَا مَوْلَىٰ لَهُمْ
Evê han ji ber ku bêguman Xuda yar û yawerê ên bawerî anîne ye û bêguman kafir, ji wan re tu yar û yawer nînin
إِنَّ اللَّهَ يُدْخِلُ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ جَنَّاتٍ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ ۖ وَالَّذِينَ كَفَرُوا يَتَمَتَّعُونَ وَيَأْكُلُونَ كَمَا تَأْكُلُ الْأَنْعَامُ وَالنَّارُ مَثْوًى لَهُمْ
Bêguman Xuda, ên bawerî anîne û karên qenc kirine dixe bihiþtên ku çem ji binê wan diherikin. Ewên kafir bûne kêfa xwe dikin û çewa dewar dixwin ew dixwin û agir ji wan re qonax e
وَكَأَيِّنْ مِنْ قَرْيَةٍ هِيَ أَشَدُّ قُوَّةً مِنْ قَرْيَتِكَ الَّتِي أَخْرَجَتْكَ أَهْلَكْنَاهُمْ فَلَا نَاصِرَ لَهُمْ
Çiqas bajar ku ew ji bajarê te yê te deranîn bihêztir bûn jî me wan têk bir, êdî tu alîkar ji wan re nînin
أَفَمَنْ كَانَ عَلَىٰ بَيِّنَةٍ مِنْ رَبِّهِ كَمَنْ زُيِّنَ لَهُ سُوءُ عَمَلِهِ وَاتَّبَعُوا أَهْوَاءَهُمْ
Vêca ma ê ku li ser daxuyaniyek ji perwerdekarê xwe be wekî wî ye ku karê wî yê xerab jêre hatiye xemilandin? Wan daye pey dilxwaziyên xwe
مَثَلُ الْجَنَّةِ الَّتِي وُعِدَ الْمُتَّقُونَ ۖ فِيهَا أَنْهَارٌ مِنْ مَاءٍ غَيْرِ آسِنٍ وَأَنْهَارٌ مِنْ لَبَنٍ لَمْ يَتَغَيَّرْ طَعْمُهُ وَأَنْهَارٌ مِنْ خَمْرٍ لَذَّةٍ لِلشَّارِبِينَ وَأَنْهَارٌ مِنْ عَسَلٍ مُصَفًّى ۖ وَلَهُمْ فِيهَا مِنْ كُلِّ الثَّمَرَاتِ وَمَغْفِرَةٌ مِنْ رَبِّهِمْ ۖ كَمَنْ هُوَ خَالِدٌ فِي النَّارِ وَسُقُوا مَاءً حَمِيمًا فَقَطَّعَ أَمْعَاءَهُمْ
Mînaka bihiþta ku ji xweparêzan re hatiye wade dayîn; têde çemên ji ava ne genî û çemên ji þîrê ku tama wî neguheriye û çemên ji meyxwiran re xweþ e û çemên ji hingivê dakirî heye; û ji wan re tê de ji her fêkiyî û bexþînek ji perwerdekarê wan heye. (Ma ê ku di nav van xweþiyan de ye) wekî ê ku hertimî di agir de ye? Ew ji avekî kelandî hatin avdan, vêca rodiyên wan perçe kir

Choose other languages: