Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #92 Translated in Kurdish

قَالَ يَا قَوْمِ أَرَأَيْتُمْ إِنْ كُنْتُ عَلَىٰ بَيِّنَةٍ مِنْ رَبِّي وَرَزَقَنِي مِنْهُ رِزْقًا حَسَنًا ۚ وَمَا أُرِيدُ أَنْ أُخَالِفَكُمْ إِلَىٰ مَا أَنْهَاكُمْ عَنْهُ ۚ إِنْ أُرِيدُ إِلَّا الْإِصْلَاحَ مَا اسْتَطَعْتُ ۚ وَمَا تَوْفِيقِي إِلَّا بِاللَّهِ ۚ عَلَيْهِ تَوَكَّلْتُ وَإِلَيْهِ أُنِيبُ
(Şu’eyb di bersiva wan da aha) gotîye: "Gelê min! (ka bêjin; ku ez li we mêze bikim) hûn dibînin, heke (ji Xudayê min ji bona min ra berateke xûyayî hatibe) ez bi xweber jî li ser we beratê bim û Xudayê min ji bal xwe, dilik (rozîyên) xweş dabine min (hûn ji van dexesî bikin, bawer nekin) ka ez îdî çi dikarim bikim? Bi rastî min navê, ku ez ewan tiştên ji we ra dibêjim, nekin, ez bi xweber jî ewan tiştan bikim. Ez hey wekî hêza xwe dikarim aştî bikim û miraz bexşîya min hey bi Yezdan e, min xwe hey hispartîye wî. Û ez hey ji wî dilxwazîyan dixwazim
وَيَا قَوْمِ لَا يَجْرِمَنَّكُمْ شِقَاقِي أَنْ يُصِيبَكُمْ مِثْلُ مَا أَصَابَ قَوْمَ نُوحٍ أَوْ قَوْمَ هُودٍ أَوْ قَوْمَ صَالِحٍ ۚ وَمَا قَوْمُ لُوطٍ مِنْكُمْ بِبَعِيدٍ
“Û gelê min! (wusa bikin) bira ewa hemberî hatina we bi min ra nebe sedem ji bona şapatdana we, ça hember hatina komalê Nûh, ya jî komalê Hûd, ya jî komalê Salih (bûye sedema şapatdana wan). Komalê Lût ji we dûr nîne (ewan biponijin, ka çi hatîye serê wan).”
وَاسْتَغْفِرُوا رَبَّكُمْ ثُمَّ تُوبُوا إِلَيْهِ ۚ إِنَّ رَبِّي رَحِيمٌ وَدُودٌ
“Û (gelê min!) hûn ji Xudayê xwe baxişandina xwe bixwazin, paşê (ji kirinê xwe) li bal (Xudayê) xwe da bizivirin. Bi rastî Xudayê min dilovînê hezger e.”
قَالُوا يَا شُعَيْبُ مَا نَفْقَهُ كَثِيرًا مِمَّا تَقُولُ وَإِنَّا لَنَرَاكَ فِينَا ضَعِيفًا ۖ وَلَوْلَا رَهْطُكَ لَرَجَمْنَاكَ ۖ وَمَا أَنْتَ عَلَيْنَا بِعَزِيزٍ
(Ewî komalî di bersiva Şu’eyb da aha) gotine: “Em bi pire wan tiştên, ku tu dibêjî pispor nînin û em te di nava xwe da bê hêz dibînin û heke pismamên te nebûyan, bi rastî meyê te bi keviran (bi kuşta) û ji bona te bi xweber jî, qe tu servahatin li ser me da tune ye.”
قَالَ يَا قَوْمِ أَرَهْطِي أَعَزُّ عَلَيْكُمْ مِنَ اللَّهِ وَاتَّخَذْتُمُوهُ وَرَاءَكُمْ ظِهْرِيًّا ۖ إِنَّ رَبِّي بِمَا تَعْمَلُونَ مُحِيطٌ
(Şu’eyb ji bona wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Qey pismamên min bi ser we da ji Yezdan, pirtir bi servehatîyên (ku hûn hêza pismamên min didine ber çavê xwe, hêza Yezdan jî) davêjine pişta (gohê xwe)? Bi rastî Xudayê min, ewan tiştên ku hûn bi wan dizanin (hildaye nava zanîna xwe da)

Choose other languages: