Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #41 Translated in Kurdish

وَاصْنَعِ الْفُلْكَ بِأَعْيُنِنَا وَوَحْيِنَا وَلَا تُخَاطِبْنِي فِي الَّذِينَ ظَلَمُوا ۚ إِنَّهُمْ مُغْرَقُونَ
Û (Nûh!) tu kelekê bi (dîdevanî û bi niqandina me çê bike û tu ji bona wanê ku cewr kirine, ji min lava neke (ji bo ku ez ewan cewrkaran ji teşqelê fereste bikin). Bi rastî ewanê avê da bifetisin
وَيَصْنَعُ الْفُلْكَ وَكُلَّمَا مَرَّ عَلَيْهِ مَلَأٌ مِنْ قَوْمِهِ سَخِرُوا مِنْهُ ۚ قَالَ إِنْ تَسْخَرُوا مِنَّا فَإِنَّا نَسْخَرُ مِنْكُمْ كَمَا تَسْخَرُونَ
Û (Nûh) kelek çê dikir, çiqa peşrewanekî ji komalê wî li bal wî da di borya ewî komalî bi Nûh, ji bona kelekê tinaz kiribûne. (Nûh ji bona wan ra aha) gotîbûye: "Heke hûn bi me (ji bona vê kelekê) tinazan dikin, îdî emê jî (di gava hatina şapatê da) ça hûn (bi me) tinazan dikin, wusa bi we tinazan bikin
فَسَوْفَ تَعْلَمُونَ مَنْ يَأْتِيهِ عَذَابٌ يُخْزِيهِ وَيَحِلُّ عَلَيْهِ عَذَابٌ مُقِيمٌ
Îdî hûnê di nêzîk da bizanin; ka şapata riswabûnê ji bona kê ra tê û ka şapata her heyî li ser kîjana da dikebe
حَتَّىٰ إِذَا جَاءَ أَمْرُنَا وَفَارَ التَّنُّورُ قُلْنَا احْمِلْ فِيهَا مِنْ كُلٍّ زَوْجَيْنِ اثْنَيْنِ وَأَهْلَكَ إِلَّا مَنْ سَبَقَ عَلَيْهِ الْقَوْلُ وَمَنْ آمَنَ ۚ وَمَا آمَنَ مَعَهُ إِلَّا قَلِيلٌ
Di gava fermana me bi teşqeledana wan hatîye û tendûre jî (stîla kelekê kelandîye, ya jî di jora çîyan da lehîya avê ser wan da herikîye) av herikandîye; me ji bona (Nûh ra aha) gotîye: "Nûh! Tu ji her zoyekî (ji nêr û mêyan) duduyan û bi malîyên xwe va jî, ji pêştirê wan malîyên têne, ku peymana me bi teşqeledana wan borîye,û ewanê bawer kirine jî hilde kelekê." Şixwa bi Nûh hindikan bawer kiribûne
وَقَالَ ارْكَبُوا فِيهَا بِسْمِ اللَّهِ مَجْرَاهَا وَمُرْسَاهَا ۚ إِنَّ رَبِّي لَغَفُورٌ رَحِيمٌ
Nûh (ji bona koma xwe ra aha) gotîye: "(Koma min!) hûn di hemû kişandin û şandina kelekê da bi nevê Yezdan li kelekê sîyar bin. Bi rastî Xudayê min baxişgerê dilovî ne (qe ne tirsin)

Choose other languages: