Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #26 Translated in Kurdish

لَا جَرَمَ أَنَّهُمْ فِي الْآخِرَةِ هُمُ الْأَخْسَرُونَ
Qe tiştek nabe! Bi rastî di parada jî ewan bi xweber pir zîyan kirine
إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ وَأَخْبَتُوا إِلَىٰ رَبِّهِمْ أُولَٰئِكَ أَصْحَابُ الْجَنَّةِ ۖ هُمْ فِيهَا خَالِدُونَ
Bi rastî ewanê, ku bawer kirine û karê aştî kirine û bi dilgermî li bal Xudayê xwe da bi perestî fetilîne, ewanan. hevrîyên bihiştê ne, ewan di bihiştê da heymanok in
مَثَلُ الْفَرِيقَيْنِ كَالْأَعْمَىٰ وَالْأَصَمِّ وَالْبَصِيرِ وَالسَّمِيعِ ۚ هَلْ يَسْتَوِيَانِ مَثَلًا ۚ أَفَلَا تَذَكَّرُونَ
Heçwekîya van her du destan; wekî (van her du destên hanênan in): Yek ji wan kor û ker be (desta mayî jî) bibîne û bibêhê, qe temtêla her du destan bi heçwekî wekî hev dibin? Îdî gelo qe hûn (ji bona temtêla van her du destan) naponijin
وَلَقَدْ أَرْسَلْنَا نُوحًا إِلَىٰ قَوْمِهِ إِنِّي لَكُمْ نَذِيرٌ مُبِينٌ
Bi sond! Me Nûh li bal komalê wî da şandîye (ji bo ku ewa ji bona wî komalê xwe ra aha bêje): "Bi rastî (gelê) min! Ez ji bona we ra bi pêxemberî li bal we da hatime, ku bi diyarî tirsa (ji şapatan bidim ji bo ku hûn gonehan nekin)
أَنْ لَا تَعْبُدُوا إِلَّا اللَّهَ ۖ إِنِّي أَخَافُ عَلَيْكُمْ عَذَابَ يَوْمٍ أَلِيمٍ
Hûn hey ji bona Yezdanê bi tenê ra perestî bikin. Bi rastî ez ditirsim (heke hûn bawer nekin) şapata ro ya dilsoz bi we da were

Choose other languages: