Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #22 Translated in Kurdish

وَمَنْ أَظْلَمُ مِمَّنِ افْتَرَىٰ عَلَى اللَّهِ كَذِبًا ۚ أُولَٰئِكَ يُعْرَضُونَ عَلَىٰ رَبِّهِمْ وَيَقُولُ الْأَشْهَادُ هَٰؤُلَاءِ الَّذِينَ كَذَبُوا عَلَىٰ رَبِّهِمْ ۚ أَلَا لَعْنَةُ اللَّهِ عَلَى الظَّالِمِينَ
Gelo ji wanê, ku bi vir derewan li ser (navê) Yezdan dikin, cewrkartir hene? Evanan di hemberê Xudayê xwe da têne raberkirinê; şahid ji bona wan ra (aha) dibêjin: "Ewanê, ku li ser navê Xudayê xwe vir dikirin ev in". Hûn hişyar bin! Bi rastî deherandina Yezdan li ser cewrkaran e
الَّذِينَ يَصُدُّونَ عَنْ سَبِيلِ اللَّهِ وَيَبْغُونَهَا عِوَجًا وَهُمْ بِالْآخِرَةِ هُمْ كَافِرُونَ
Ewan (cewrkaran) wusa nin, rêya Yezdan (li ber kesan) dibirin û divên, ku ewê xar bikin. Şixwa ewan bi xweber jî (bi jîna) danê para da bawer nakin
أُولَٰئِكَ لَمْ يَكُونُوا مُعْجِزِينَ فِي الْأَرْضِ وَمَا كَانَ لَهُمْ مِنْ دُونِ اللَّهِ مِنْ أَوْلِيَاءَ ۘ يُضَاعَفُ لَهُمُ الْعَذَابُ ۚ مَا كَانُوا يَسْتَطِيعُونَ السَّمْعَ وَمَا كَانُوا يُبْصِرُونَ
Evanê bi van (salixan hene!) ewanan (gava Yezdan ji bona wan ra di vê cîhanê da şapatê bide) nikarin ewî bêzar bikin, ku ewa ji bona wan ra di zemîn da şapatê nede. Ji bona wan ra şapat tê car carkirinê. Ewan nikaribûne, ku rastîyê bibêhên û nikaribûne, ku rastîyê bibînin jî
أُولَٰئِكَ الَّذِينَ خَسِرُوا أَنْفُسَهُمْ وَضَلَّ عَنْهُمْ مَا كَانُوا يَفْتَرُونَ
Evanan in, ku ji bona xwe ra zîyan kirine. Û ewan tiştên, ku ewan goman dikirin wê ji bona wan ra (di para da mehderya wan bikin) bi xweber wunda bûne
لَا جَرَمَ أَنَّهُمْ فِي الْآخِرَةِ هُمُ الْأَخْسَرُونَ
Qe tiştek nabe! Bi rastî di parada jî ewan bi xweber pir zîyan kirine

Choose other languages: