Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #120 Translated in Kurdish

فَلَوْلَا كَانَ مِنَ الْقُرُونِ مِنْ قَبْلِكُمْ أُولُو بَقِيَّةٍ يَنْهَوْنَ عَنِ الْفَسَادِ فِي الْأَرْضِ إِلَّا قَلِيلًا مِمَّنْ أَنْجَيْنَا مِنْهُمْ ۗ وَاتَّبَعَ الَّذِينَ ظَلَمُوا مَا أُتْرِفُوا فِيهِ وَكَانُوا مُجْرِمِينَ
Îdî heke ewan merivên ku di berya we da borîne (hişdar bûn) fermana kesan bikirinan, ji bo ku ewan di zemîn da tevdanî nekin, wê çi bûya? Ji wan hindikên, ku me ewan fereste kirine, ewan bi tenê (fermana kesan bi qencîyan) kirine. Û ewanê, ku cewr kiribûne (qe fermana kesan bi qencîyan ne kirine) ewan şixwa bûne peyrewê xweşîya ku têda bûne û ewan bi rastî sikatî kiribûne
وَمَا كَانَ رَبُّكَ لِيُهْلِكَ الْقُرَىٰ بِظُلْمٍ وَأَهْلُهَا مُصْلِحُونَ
Xudayê te gundekî, ku rûniştîyên wî aştîkar bin, ewan tu carî bi cewrê teşqele nake
وَلَوْ شَاءَ رَبُّكَ لَجَعَلَ النَّاسَ أُمَّةً وَاحِدَةً ۖ وَلَا يَزَالُونَ مُخْتَلِفِينَ
(Muhemmed!) Heke Xudayê te biva, wê Xudayê te ê hemûşk kes bixista komeke bi tenê, lê ewan qe nahewin, hey (di armancan da) ne wekhev dibin
إِلَّا مَنْ رَحِمَ رَبُّكَ ۚ وَلِذَٰلِكَ خَلَقَهُمْ ۗ وَتَمَّتْ كَلِمَةُ رَبِّكَ لَأَمْلَأَنَّ جَهَنَّمَ مِنَ الْجِنَّةِ وَالنَّاسِ أَجْمَعِينَ
Ji pîştirê wanê, ku Xudayê te li wan dilovanî kirîye (ewan di armanca da xistîye komeke bi tenê). Şixwa (Yezdan) ewan kesan ji bona (ne wekhevbûn û hevçûn û belavbûnê) afirandîye. Û peyva Xudayê te pêk hatîye; ku wê dojê ji me çêtir û ji kesan hemûtî ti jî bike (eva ne wekhevbûn; ji bona pêşvaçûna kesan bi vê nevê ye, ji bona ku di cîhanê da ewa pêşvaçûna merivan ji bona xwe ra armanc kirine; ne wekhev in, hey xebatê dikin ji bo ku ji hev biborin; dizanin û pêş e, û maldarî, û ne mirin û nav û nişanan ji xwe ra bihêlin: Ça Ji dar û ber û tariş, rewar, genê wan jî ji bona hebûn û jîna xwe ra wekî meriva dikin, ne wek hev dibin)
وَكُلًّا نَقُصُّ عَلَيْكَ مِنْ أَنْبَاءِ الرُّسُلِ مَا نُثَبِّتُ بِهِ فُؤَادَكَ ۚ وَجَاءَكَ فِي هَٰذِهِ الْحَقُّ وَمَوْعِظَةٌ وَذِكْرَىٰ لِلْمُؤْمِنِينَ
Ji bona ku em dilê te bidine hewkirinê, em ewan hemû serdaborîyên wan pêxemberên borî ji bona te ra dixûnin (ji bona ku tu ji komalê xwe, gava cewr û cefan bibînî dilê te jî hew bike firşkê te fire be). Di van da ji bona te ra maf û ji bona bawergeran jî şîret û bîrxistineke mezin heye

Choose other languages: