Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #114 Translated in Kurdish

وَلَقَدْ آتَيْنَا مُوسَى الْكِتَابَ فَاخْتُلِفَ فِيهِ ۚ وَلَوْلَا كَلِمَةٌ سَبَقَتْ مِنْ رَبِّكَ لَقُضِيَ بَيْنَهُمْ ۚ وَإِنَّهُمْ لَفِي شَكٍّ مِنْهُ مُرِيبٍ
Bi sond! Me ji bona Mûsa ra pirtûk (Tewrat) daye, paşê (komalê wî di biryarên wê pirtûkê da) ne wekhev bûn çê kirin. Heke peymana (şapatdana wanê, wê para da bê danê) ji Xudayê te ne borya, wê a di naha da berewanîya nava wan da pêk bihata (xelat û celata wanê bihata danê). Û bi rastî ewan bi xweber jî (di mafê wê pirtûkê da) hey bi dudilî mane
وَإِنَّ كُلًّا لَمَّا لَيُوَفِّيَنَّهُمْ رَبُّكَ أَعْمَالَهُمْ ۚ إِنَّهُ بِمَا يَعْمَلُونَ خَبِيرٌ
Û bi rastî Xudayê te ê (xelat û celata) bê kemasî bide wan, ewan çi dikin (Xudayê te) bi kirinê wan zana û agahdar e
فَاسْتَقِمْ كَمَا أُمِرْتَ وَمَنْ تَابَ مَعَكَ وَلَا تَطْغَوْا ۚ إِنَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَصِيرٌ
Îdî tu ça hatî fermankirinê wusa rast be, tu jî ewanê bi te ra jî (ku ji kirinê xwe yê berê para da zivirîne) hemûşk gava da (dadvanî bin). Û hûn ji rê dernekebin, loma hûn çi bikin bi rastî (Xuda) dibîne
وَلَا تَرْكَنُوا إِلَى الَّذِينَ ظَلَمُوا فَتَمَسَّكُمُ النَّارُ وَمَا لَكُمْ مِنْ دُونِ اللَّهِ مِنْ أَوْلِيَاءَ ثُمَّ لَا تُنْصَرُونَ
Û (Muhemmed!) hûn xwe ne hisperên wanê ku cewr kirine (bi sedema cewrkirina wan) ku agir bi we jî negire, loma ji pêştirê Yezdan ji bona we ra tu serkar tune ye. (Heke hûn bi gotina wan bikin) paşê (ji alîyê Yezdan da) arîkarîya we nayê kirine
وَأَقِمِ الصَّلَاةَ طَرَفَيِ النَّهَارِ وَزُلَفًا مِنَ اللَّيْلِ ۚ إِنَّ الْحَسَنَاتِ يُذْهِبْنَ السَّيِّئَاتِ ۚ ذَٰلِكَ ذِكْرَىٰ لِلذَّاكِرِينَ
Û (Muhemmed!) tu di her du kêlekê roya da: (sibeh û evarê da) û di şevê da jî nêzîkê (royê da) nimêj bike. Bi rastî qencî, sikatîyan dibin. Evan (şîretên) ji bona wanê ku şîretan litê dikin, bi rastî bîranînek e

Choose other languages: