Quran Apps in many lanuages:

Surah Fatir Ayahs #39 Translated in Kurdish

الَّذِي أَحَلَّنَا دَارَ الْمُقَامَةِ مِنْ فَضْلِهِ لَا يَمَسُّنَا فِيهَا نَصَبٌ وَلَا يَمَسُّنَا فِيهَا لُغُوبٌ
Evê ku me ji qenciya xwe xiste warê hertimî mayînê ku tê de, ne betilandin digihîje me û ne jî tê de kerixîn têkilî me dibe
وَالَّذِينَ كَفَرُوا لَهُمْ نَارُ جَهَنَّمَ لَا يُقْضَىٰ عَلَيْهِمْ فَيَمُوتُوا وَلَا يُخَفَّفُ عَنْهُمْ مِنْ عَذَابِهَا ۚ كَذَٰلِكَ نَجْزِي كُلَّ كَفُورٍ
Ewên ku kafir bûne ji wan re agirê dojehê heye. Ew, ne têne kuþtin ku bimrin herin û ne jî ezabê wê ji wan tê sivik kirin. Em her kafirî-nankorî wuha ceza dikin
وَهُمْ يَصْطَرِخُونَ فِيهَا رَبَّنَا أَخْرِجْنَا نَعْمَلْ صَالِحًا غَيْرَ الَّذِي كُنَّا نَعْمَلُ ۚ أَوَلَمْ نُعَمِّرْكُمْ مَا يَتَذَكَّرُ فِيهِ مَنْ تَذَكَّرَ وَجَاءَكُمُ النَّذِيرُ ۖ فَذُوقُوا فَمَا لِلظَّالِمِينَ مِنْ نَصِيرٍ
Ew tê de hewar û gazî dikin ku: "Perwerdekarê me! tu me derîne emê karê qenc bikin, ne ewê ku me berê dikir." (Bersiv tên dayîn ku:) "Ma qey me temenek dirêj bi qasî ê tê de difikire-þîret digre, bifikire-þîret bigre neda we? Û hiþyarker jî ji we re hatibû. Vêca hûn (ezab) tam kin, êdî tu alîkar ji sitemkaran re nîne
إِنَّ اللَّهَ عَالِمُ غَيْبِ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۚ إِنَّهُ عَلِيمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ
Bêguman Xuda zanayê bi penhanê asîmana û zemîn e. Bêguman ew zanayê bi veþariyê di singan de ye
هُوَ الَّذِي جَعَلَكُمْ خَلَائِفَ فِي الْأَرْضِ ۚ فَمَنْ كَفَرَ فَعَلَيْهِ كُفْرُهُ ۖ وَلَا يَزِيدُ الْكَافِرِينَ كُفْرُهُمْ عِنْدَ رَبِّهِمْ إِلَّا مَقْتًا ۖ وَلَا يَزِيدُ الْكَافِرِينَ كُفْرُهُمْ إِلَّا خَسَارًا
Ew e ê ku we di rûyê zemîn de kiriye caniþîn. Êdî kî kafir bibe, ew kufra wî li serê ye. Kufra kafiran li cem perwerdekarê wan ji hêrs û xeþmê pêve ji wan re zêde nake û kufra kafiran ji ziyanê pêve ji wan re zêde nake

Choose other languages: