Quran Apps in many lanuages:

Surah Fatir Ayahs #29 Translated in Kurdish

وَإِنْ يُكَذِّبُوكَ فَقَدْ كَذَّبَ الَّذِينَ مِنْ قَبْلِهِمْ جَاءَتْهُمْ رُسُلُهُمْ بِالْبَيِّنَاتِ وَبِالزُّبُرِ وَبِالْكِتَابِ الْمُنِيرِ
Eger ew te biderewînin, vêca bi rastî ên berî wan jî derewandibûn, ku pêxemberên wan bi nîþanên diyar û rûpelên-pirtûkên vekirî û bi kitêba rohnîker hatibûn wan
ثُمَّ أَخَذْتُ الَّذِينَ كَفَرُوا ۖ فَكَيْفَ كَانَ نَكِيرِ
Paþê min, ewên kafir bûn girt; vêca (te nedît) ka înkara min çewa bû
أَلَمْ تَرَ أَنَّ اللَّهَ أَنْزَلَ مِنَ السَّمَاءِ مَاءً فَأَخْرَجْنَا بِهِ ثَمَرَاتٍ مُخْتَلِفًا أَلْوَانُهَا ۚ وَمِنَ الْجِبَالِ جُدَدٌ بِيضٌ وَحُمْرٌ مُخْتَلِفٌ أَلْوَانُهَا وَغَرَابِيبُ سُودٌ
Ma te nedît ku bêguman Xuda avê ji asîman daxist; vêca me pê fêkiyên wan rengên wan cihê cihê deranî. Ji çiyayan jî rêyên-xêzên sipî û sor û rêyên çîl reþ (me çêkir)
وَمِنَ النَّاسِ وَالدَّوَابِّ وَالْأَنْعَامِ مُخْتَلِفٌ أَلْوَانُهُ كَذَٰلِكَ ۗ إِنَّمَا يَخْشَى اللَّهَ مِنْ عِبَادِهِ الْعُلَمَاءُ ۗ إِنَّ اللَّهَ عَزِيزٌ غَفُورٌ
Ji mirovan û rawiran û dewaran jî her wuha rengê wan cihê cihê ne. Bêguman ji bendeyê Xuda tenê ên zana bi rastî jê ditirsin. Bêguman Xuda Serkeftiyê bexþendekar e
إِنَّ الَّذِينَ يَتْلُونَ كِتَابَ اللَّهِ وَأَقَامُوا الصَّلَاةَ وَأَنْفَقُوا مِمَّا رَزَقْنَاهُمْ سِرًّا وَعَلَانِيَةً يَرْجُونَ تِجَارَةً لَنْ تَبُورَ
Bêguman ewên ku kitêba Xuda dixweynin û limêj dikin û ji roziya me daye wan bi dizî û eþkere didin, ew hêviya danûsitanekî bêziyan- bêqedandin dikin

Choose other languages: