Quran Apps in many lanuages:

Surah Az-Zamar Ayahs #75 Translated in Kurdish

وَسِيقَ الَّذِينَ كَفَرُوا إِلَىٰ جَهَنَّمَ زُمَرًا ۖ حَتَّىٰ إِذَا جَاءُوهَا فُتِحَتْ أَبْوَابُهَا وَقَالَ لَهُمْ خَزَنَتُهَا أَلَمْ يَأْتِكُمْ رُسُلٌ مِنْكُمْ يَتْلُونَ عَلَيْكُمْ آيَاتِ رَبِّكُمْ وَيُنْذِرُونَكُمْ لِقَاءَ يَوْمِكُمْ هَٰذَا ۚ قَالُوا بَلَىٰ وَلَٰكِنْ حَقَّتْ كَلِمَةُ الْعَذَابِ عَلَى الْكَافِرِينَ
Û ewên kafir bûne kom bi kom bal dojehê ve têne ajotin, heya gava hatinê pêre derên wê vebûn û dergevanên wê ji wan re gotin ku: "Ma qey hin pêxemberên ji we ku ayetê perwerdekarê we li ser we dixwendin û we bi pergîhatina vê roja we ya han hiþyar dikirin-ditirsandin ji we re nehatin?" Gotin: "Belê çewa (nehatin).".Lê belê peyva ezab li ser kafiran pêwist bûye
قِيلَ ادْخُلُوا أَبْوَابَ جَهَنَّمَ خَالِدِينَ فِيهَا ۖ فَبِئْسَ مَثْوَى الْمُتَكَبِّرِينَ
Hat gotin ku: "Hûn têkevin deriyê dojehê hertimî tê de bin. Vêca þûna qureyan çi nerind e
وَسِيقَ الَّذِينَ اتَّقَوْا رَبَّهُمْ إِلَى الْجَنَّةِ زُمَرًا ۖ حَتَّىٰ إِذَا جَاءُوهَا وَفُتِحَتْ أَبْوَابُهَا وَقَالَ لَهُمْ خَزَنَتُهَا سَلَامٌ عَلَيْكُمْ طِبْتُمْ فَادْخُلُوهَا خَالِدِينَ
Û ewên ku xwe ji perwerdekarê xwe parastibûn-tirsiya bûn kom bi kom bal bihiþtê ve hatin ajotin, heya gava hatinê û deriyên wê hatibûn vekirin û dergevanên wê gotin wan: "Silav li we be. Hûn dilþa ne. Êdî hertimî têkevinê
وَقَالُوا الْحَمْدُ لِلَّهِ الَّذِي صَدَقَنَا وَعْدَهُ وَأَوْرَثَنَا الْأَرْضَ نَتَبَوَّأُ مِنَ الْجَنَّةِ حَيْثُ نَشَاءُ ۖ فَنِعْمَ أَجْرُ الْعَامِلِينَ
Wan jî got ku: "Pesn û sipas ji Xudayê ku wada xwe ji me re rast deranî û me kir mîratxwirê zemîn ku em ji bihiþtê kuder bixwazin wê der qonax digrin. Vêca xelata xebatkaran çi rind e
وَتَرَى الْمَلَائِكَةَ حَافِّينَ مِنْ حَوْلِ الْعَرْشِ يُسَبِّحُونَ بِحَمْدِ رَبِّهِمْ ۖ وَقُضِيَ بَيْنَهُمْ بِالْحَقِّ وَقِيلَ الْحَمْدُ لِلَّهِ رَبِّ الْعَالَمِينَ
Û tu feriþteyan dibînî ku hawîdorê text girtine bi pesn û sipasê perwerdekarê xwe wî pak didêrin. Di navbera wan de bi rastiyê hate hukim kirin û hat gotin ku: "Pesn û sipas ji Xuda perwerdekarê hemû aleman re ye

Choose other languages: