Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #84 Translated in Kurdish

اسْتَغْفِرْ لَهُمْ أَوْ لَا تَسْتَغْفِرْ لَهُمْ إِنْ تَسْتَغْفِرْ لَهُمْ سَبْعِينَ مَرَّةً فَلَنْ يَغْفِرَ اللَّهُ لَهُمْ ۚ ذَٰلِكَ بِأَنَّهُمْ كَفَرُوا بِاللَّهِ وَرَسُولِهِ ۗ وَاللَّهُ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الْفَاسِقِينَ
(Muhammed! Tu hez dikî) ji bona wan (durûyên bi van salixên borî ji min) baxişandina gonehên wan lava bikî, ya jî qe ji bona baxişandina gonehên wan lava nekî (hey wekî hev e). Heke tu ji bona baxişandina wan hevtê carî jî lava bikî, dîsa bi rastî Yezdan qe ewan nabaxişîne. Ji ber ku ewan bi Yezdan û bi Pêxemberê Wî filetî di kiribûne eva (ne baxişandina wan çê nabe). Şixwa Yezdan bi xweber jî ewî komalê ku ji rêya rast derketîbûne, nayne riêya rast
فَرِحَ الْمُخَلَّفُونَ بِمَقْعَدِهِمْ خِلَافَ رَسُولِ اللَّهِ وَكَرِهُوا أَنْ يُجَاهِدُوا بِأَمْوَالِهِمْ وَأَنْفُسِهِمْ فِي سَبِيلِ اللَّهِ وَقَالُوا لَا تَنْفِرُوا فِي الْحَرِّ ۗ قُلْ نَارُ جَهَنَّمَ أَشَدُّ حَرًّا ۚ لَوْ كَانُوا يَفْقَهُونَ
Ewanê bê gotina pêxemberê Yezdan kirine hene! ewan bi rûniştina xweyê (di mala xwe da mane, neçûne qirînê) şabûne, ewan rikê xwe anîne, ku bi mal û bi canê xwe va di rêya Yezdan da tekoşînê bikin û ji hev ra (aha) gotine: "Hûn di germê da neçine qirînê." (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje : "Bi rastî agirê dojê germtir e." Xwezîya ewan pisporî bikirinan
فَلْيَضْحَكُوا قَلِيلًا وَلْيَبْكُوا كَثِيرًا جَزَاءً بِمَا كَانُوا يَكْسِبُونَ
Îdî ji bona ewê keda ku ewan dikiribûne, bira ji virha ewan hindik bikenin û pir bigirîn. Eva celata wan e
فَإِنْ رَجَعَكَ اللَّهُ إِلَىٰ طَائِفَةٍ مِنْهُمْ فَاسْتَأْذَنُوكَ لِلْخُرُوجِ فَقُلْ لَنْ تَخْرُجُوا مَعِيَ أَبَدًا وَلَنْ تُقَاتِلُوا مَعِيَ عَدُوًّا ۖ إِنَّكُمْ رَضِيتُمْ بِالْقُعُودِ أَوَّلَ مَرَّةٍ فَاقْعُدُوا مَعَ الْخَالِفِينَ
Îdî heke Yezdan (Muhemmed! Tu ji qirîna Tebûkê) para da zivirandî, li bal destekî ji wanê (ku bi te ra ne hatibûne qirînê) û ewa desta jî (ji bona ku bi we ra derkebine qirînê) ji te destûr xwestin, tu ji wan ra (aha) bêje: "Qe di tucarî da hûn bi min ra dernakebine qirînê û hûn bi min re qe bi tu neyarî ra qirînê nakin." Bi rastî hûn şixwa di cara yekem da bi rûniştinê qayîl bibûn, îdî hûn jî bi wanê para da mane, bi wanê dijê me ra rûnên
وَلَا تُصَلِّ عَلَىٰ أَحَدٍ مِنْهُمْ مَاتَ أَبَدًا وَلَا تَقُمْ عَلَىٰ قَبْرِهِ ۖ إِنَّهُمْ كَفَرُوا بِاللَّهِ وَرَسُولِهِ وَمَاتُوا وَهُمْ فَاسِقُونَ
Û (Muhemmed!) tu li ser tu kesekî ji wan, gava bimire nimêj neke û tu (di gava çalkirinê da), neçe ser gora wî jî. Bi rastî ewan filetîya Yezdan û Pêxemberê Wî kirine û ewan ji rêya rast bi derketî mirin e

Choose other languages: