Quran Apps in many lanuages:

Surah At-Tawba Ayahs #112 Translated in Kurdish

لَا تَقُمْ فِيهِ أَبَدًا ۚ لَمَسْجِدٌ أُسِّسَ عَلَى التَّقْوَىٰ مِنْ أَوَّلِ يَوْمٍ أَحَقُّ أَنْ تَقُومَ فِيهِ ۚ فِيهِ رِجَالٌ يُحِبُّونَ أَنْ يَتَطَهَّرُوا ۚ وَاللَّهُ يُحِبُّ الْمُطَّهِّرِينَ
(Muhemmed!) Tu qe di tu gavê da di wê (mizgevtê da nimêj) neke. (Nimêj kirina te) di wê mizgevta ku di cara yekem da li ser xudaparizîyê hatîye avakirinê, babettir e. Di wê (mizgevtê da) hinek mêr hene hez dikin, ku (ji gonehan) paqij bibin. Şixwa Yezdan bi xweber jî (ji wanê ku divên ji gonehan) paqij bibin, hez dike
أَفَمَنْ أَسَّسَ بُنْيَانَهُ عَلَىٰ تَقْوَىٰ مِنَ اللَّهِ وَرِضْوَانٍ خَيْرٌ أَمْ مَنْ أَسَّسَ بُنْيَانَهُ عَلَىٰ شَفَا جُرُفٍ هَارٍ فَانْهَارَ بِهِ فِي نَارِ جَهَنَّمَ ۗ وَاللَّهُ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الظَّالِمِينَ
Îdî qey ewê ku xîmê (avayî yê xwe) li ser xudaparizî û qayîlbûna wî ava kirîye qenc e, ya jî ewê ku (xîmê avayî yê xwe) li ser lêvê kendalekî herikî danîye, ku ewa bi xweber jî (bi wî avayîyê xwe va) biherike here (bikebe) agirê dojê, qenc e? Bi rastî Yezdan bi xweber jî ewî komalê cewrkar nayne rêya rast
لَا يَزَالُ بُنْيَانُهُمُ الَّذِي بَنَوْا رِيبَةً فِي قُلُوبِهِمْ إِلَّا أَنْ تَقَطَّعَ قُلُوبُهُمْ ۗ وَاللَّهُ عَلِيمٌ حَكِيمٌ
Ewa avayîyê wanê ku ewan ava kirîye heye! Heya ku dilê wan (bi mirinê) ker be, wê di dilê wan da hey dudilî bihêle. Bi rastî Yezdan zanayê bijejke ye
إِنَّ اللَّهَ اشْتَرَىٰ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ أَنْفُسَهُمْ وَأَمْوَالَهُمْ بِأَنَّ لَهُمُ الْجَنَّةَ ۚ يُقَاتِلُونَ فِي سَبِيلِ اللَّهِ فَيَقْتُلُونَ وَيُقْتَلُونَ ۖ وَعْدًا عَلَيْهِ حَقًّا فِي التَّوْرَاةِ وَالْإِنْجِيلِ وَالْقُرْآنِ ۚ وَمَنْ أَوْفَىٰ بِعَهْدِهِ مِنَ اللَّهِ ۚ فَاسْتَبْشِرُوا بِبَيْعِكُمُ الَّذِي بَايَعْتُمْ بِهِ ۚ وَذَٰلِكَ هُوَ الْفَوْزُ الْعَظِيمُ
Bi rastî Yezdan ji wanê bawer kirine, can û malê wan kirîye. Ewanan di rêya , Yezdan da qirînê dikin, îdî ewanan (filan) dikujin û têne kujtinê jî; Yezdan ji bona wan ra bi mafê di (pirtûkên bi nav) Tewret û fincîl û Qur’anê da peyman daye, ku ji bona wan ra bihişt heye. Û gelo ji Yezdan çêtir kî heye, ku peymana xwe pêk tîne? (Gelî bawergeran!) îdî hûn bi wê kirîna xwe ye ku hûn bi wê hatine firotinê şa bibin. Şixwa serfirazîya mezin jî eva bi xweber e
التَّائِبُونَ الْعَابِدُونَ الْحَامِدُونَ السَّائِحُونَ الرَّاكِعُونَ السَّاجِدُونَ الْآمِرُونَ بِالْمَعْرُوفِ وَالنَّاهُونَ عَنِ الْمُنْكَرِ وَالْحَافِظُونَ لِحُدُودِ اللَّهِ ۗ وَبَشِّرِ الْمُؤْمِنِينَ
Û (Muhemmed!) ewanê ku ji (gonehan) poşman bûne, perestîya (Yezdan û) sipazkarya wî dikin di rêya wî da digerin (ji bona wî ra xwe) kuz dikin û kunde dibin, ewanan fermana bi qencîyan û xwe parisandina ji sikatîyan dikin û ewanê parisîya biryarên Yezdan dikin û bawer kirine (hene!) mizginîya (wanê bi van salixan têne naskirinê, bi bihiştê) bide

Choose other languages: