Quran Apps in many lanuages:

Surah Ash-Shu'ara Ayahs #16 Translated in Kurdish

قَالَ رَبِّ إِنِّي أَخَافُ أَنْ يُكَذِّبُونِ
(Mûsa aha bersiva Xudayê te da û) got: "Xudayê min! Bi rastî ez ditirsim, ku ewan (Fir’ewn, komalê wî) min bidine derewdêrandinê
وَيَضِيقُ صَدْرِي وَلَا يَنْطَلِقُ لِسَانِي فَأَرْسِلْ إِلَىٰ هَارُونَ
Singê min teng dibe û zimanê min venebe, îdî tu Harûnê bira ê min jî bi saî (li bal wan da) bişîne
وَلَهُمْ عَلَيَّ ذَنْبٌ فَأَخَافُ أَنْ يَقْتُلُونِ
Ji bona wan ra li ser min gonehek (tolek) heye, îdî ez ditirsim ku ewan (tola xwe ji min hil din) min bikujin
قَالَ كَلَّا ۖ فَاذْهَبَا بِآيَاتِنَا ۖ إِنَّا مَعَكُمْ مُسْتَمِعُونَ
Xuda (bersiva Mûsa aha daye û) gotîye: "Na, (ewan nikarin tu tiştî bi te bikin). Îdî (tu û Harûn) bi beratên me va (herne bal wan), loma em bi we ra gohdarya wan dikin
فَأْتِيَا فِرْعَوْنَ فَقُولَا إِنَّا رَسُولُ رَبِّ الْعَالَمِينَ
Hûn herduk herne bal Fir’ewn, îdî (hûn herduk ji Fir’ewn ra aha) bêjin: "Bi rastî em (herduk jî) saîyên Xuda yê gerdûnê ne

Choose other languages: