Quran Apps in many lanuages:

Surah As-Sajda Ayahs #15 Translated in Kurdish

قُلْ يَتَوَفَّاكُمْ مَلَكُ الْمَوْتِ الَّذِي وُكِّلَ بِكُمْ ثُمَّ إِلَىٰ رَبِّكُمْ تُرْجَعُونَ
Tu bêje: "Feriþtê ku can sitendina we pê hatiye sipartin wê canê we bistîne, paþê hûnê bal perwerdekarê xwe ve bêne vegerandin
وَلَوْ تَرَىٰ إِذِ الْمُجْرِمُونَ نَاكِسُو رُءُوسِهِمْ عِنْدَ رَبِّهِمْ رَبَّنَا أَبْصَرْنَا وَسَمِعْنَا فَارْجِعْنَا نَعْمَلْ صَالِحًا إِنَّا مُوقِنُونَ
Eger te sûcdarên gunehkar bidîtana gava sitûyê xwe li cem perwerdekarê xwe xor kiribûn (û digotin:) "Perwerdekarê me! me dît û me bihîst, êdî tu me vegerîne ku em karê qenc bikin; bêguman em ji dil bawer in" (te yê pirr sosreta bidîtana)
وَلَوْ شِئْنَا لَآتَيْنَا كُلَّ نَفْسٍ هُدَاهَا وَلَٰكِنْ حَقَّ الْقَوْلُ مِنِّي لَأَمْلَأَنَّ جَهَنَّمَ مِنَ الْجِنَّةِ وَالنَّاسِ أَجْمَعِينَ
Eger me bixwesta, me yê her kesî rêberiya wî bidanayê, lê belê gotin ji min pêwist bû ku ezê hey dojehê ji cinn û mirovan tev tije bikim
فَذُوقُوا بِمَا نَسِيتُمْ لِقَاءَ يَوْمِكُمْ هَٰذَا إِنَّا نَسِينَاكُمْ ۖ وَذُوقُوا عَذَابَ الْخُلْدِ بِمَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ
Vêca (dergevanê dojehê ji wan re dibêjin ku:) "Hûn bi sedem ku we pergîhatina vê roja xwe ya han ji bîr kiribû, tam bikin. Bêguman me jî we ji bîr kiriye, û hûn bi sedem tiþtê we dikir ezabê hertimî tam bikin
إِنَّمَا يُؤْمِنُ بِآيَاتِنَا الَّذِينَ إِذَا ذُكِّرُوا بِهَا خَرُّوا سُجَّدًا وَسَبَّحُوا بِحَمْدِ رَبِّهِمْ وَهُمْ لَا يَسْتَكْبِرُونَ ۩
Bêguman bi ayetên me, tenê ewên ku gava di bîra wan tê xistin ew ser dev û rû dikevin secde dibin û bi pesn û sipasê perwerdekarê xwe wî (ji her kêmasiyî) pak bêrî didêrin û ew quretiya nakin bawerî tînin

Choose other languages: