Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #141 Translated in Kurdish

إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا ثُمَّ كَفَرُوا ثُمَّ آمَنُوا ثُمَّ كَفَرُوا ثُمَّ ازْدَادُوا كُفْرًا لَمْ يَكُنِ اللَّهُ لِيَغْفِرَ لَهُمْ وَلَا لِيَهْدِيَهُمْ سَبِيلًا
Bi rastî ewanê bawer kirine, paşê bûne file, paşê dîsa bawer kirine, li pey wî da dîsa bûne file, paşê filetî pir kirine hene! Yezdan ji bona wan ra baxişandinê nake û ewan li bal tu rêya rast da jî nayne
بَشِّرِ الْمُنَافِقِينَ بِأَنَّ لَهُمْ عَذَابًا أَلِيمًا
(Muhemmed!) Tu mizgînê bide durûyan, ku bi rastî ji bona wan ra şapateke dilsoz heye
الَّذِينَ يَتَّخِذُونَ الْكَافِرِينَ أَوْلِيَاءَ مِنْ دُونِ الْمُؤْمِنِينَ ۚ أَيَبْتَغُونَ عِنْدَهُمُ الْعِزَّةَ فَإِنَّ الْعِزَّةَ لِلَّهِ جَمِيعًا
Ewan (durûyan) ji xêncî bawergeran, filan ji xwe ra serkar digirin. Gelo qey ewan li bal wan filan ji xwe ra rûmetê divên? Îdî bi rastî serfirazî û rûmet hemûşk jî ji bona Yezdan ra ne
وَقَدْ نَزَّلَ عَلَيْكُمْ فِي الْكِتَابِ أَنْ إِذَا سَمِعْتُمْ آيَاتِ اللَّهِ يُكْفَرُ بِهَا وَيُسْتَهْزَأُ بِهَا فَلَا تَقْعُدُوا مَعَهُمْ حَتَّىٰ يَخُوضُوا فِي حَدِيثٍ غَيْرِهِ ۚ إِنَّكُمْ إِذًا مِثْلُهُمْ ۗ إِنَّ اللَّهَ جَامِعُ الْمُنَافِقِينَ وَالْكَافِرِينَ فِي جَهَنَّمَ جَمِيعًا
Û bi sond! (Yezdan) di pirtûkê da li ser we da hinartibû, gava we bihîst ku ewan (durûyan) bi beratên Yezdan dibine file, ya jî bi wan beratan tinazan dikin, heya ewan (durûyan) noqê mijûlîyên mayî nebin, hûn bi wan ra rûnenên, Heke hûn di wê gavê da bi wan ra rûnên, hûn jî îdî dibine wekî wan. Bi rastî Yezdan durû û filan bi hev ra di dojê da dicivîne
الَّذِينَ يَتَرَبَّصُونَ بِكُمْ فَإِنْ كَانَ لَكُمْ فَتْحٌ مِنَ اللَّهِ قَالُوا أَلَمْ نَكُنْ مَعَكُمْ وَإِنْ كَانَ لِلْكَافِرِينَ نَصِيبٌ قَالُوا أَلَمْ نَسْتَحْوِذْ عَلَيْكُمْ وَنَمْنَعْكُمْ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ ۚ فَاللَّهُ يَحْكُمُ بَيْنَكُمْ يَوْمَ الْقِيَامَةِ ۗ وَلَنْ يَجْعَلَ اللَّهُ لِلْكَافِرِينَ عَلَى الْمُؤْمِنِينَ سَبِيلًا
Ewan (durûyan) dîdarya temtêla we dikin. Îdî heke ji bona we ra ji Yezdan ferestîyek hatibe (aha) gotine: “Ma qey em jî bi we ra ne bûn?” Û heke (di qirînê da) ji bona filan ra parek hebe; (ewan filan di qirînê da serfiraz bibin) ji bona filan ra jî (aha) gotine: “Ma qay me di dizîka da arîkarya we ne dikir? Û me hûn ji bawerkaran ne didane parizandine? (Di van her du kirinê xwe da jî ewan durûyan divên, ji we her du destan jî ku pareke ji şorê ji xwe ra hildin). Îdî bi rastî Yezdanê di roya rabûna hemû da, berewenîya di nîveka we da bike. Bi rastî Yezdan ji bona filan ra tu rêya servahatîyên wan, li ser bawergeran çê nake

Choose other languages: