Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #119 Translated in Kurdish

وَمَنْ يُشَاقِقِ الرَّسُولَ مِنْ بَعْدِ مَا تَبَيَّنَ لَهُ الْهُدَىٰ وَيَتَّبِعْ غَيْرَ سَبِيلِ الْمُؤْمِنِينَ نُوَلِّهِ مَا تَوَلَّىٰ وَنُصْلِهِ جَهَنَّمَ ۖ وَسَاءَتْ مَصِيرًا
Û kîjan merivê, ji piştî ku rêya rast jê ra diyar bibe, paşê ewa di hemberê pêxember da dutîretî bike û bi xweber jî bi peyrewê wê rêya ku ewa pêştirê rêya bawergera ne; emê jî ewî bizivirîne wê rêya ku ewa li bal da zivirêya ye û emê ewî bixin dojê. Ewa doja çiqa sikê êwran e
إِنَّ اللَّهَ لَا يَغْفِرُ أَنْ يُشْرَكَ بِهِ وَيَغْفِرُ مَا دُونَ ذَٰلِكَ لِمَنْ يَشَاءُ ۚ وَمَنْ يُشْرِكْ بِاللَّهِ فَقَدْ ضَلَّ ضَلَالًا بَعِيدًا
Bi rastî Yezdan (gunehê) ku jê ra hevrî bê çêkirinê nabaxişîne, ji pêştirê vî (gunehî, Yezdan) ji bona kêra bivê (gunehê wî) dibaxişîne û kîjan meriv ji bona Yezdan ra hevrîyan bigire, bi sond! Îdî ewa bi wundabûneke dûr wunda bûye
إِنْ يَدْعُونَ مِنْ دُونِهِ إِلَّا إِنَاثًا وَإِنْ يَدْعُونَ إِلَّا شَيْطَانًا مَرِيدًا
Ewan (hevrîçêkeran) ji pêştirê Yezdan hey gazî (hinek xudayên) mê dikin û ewan (bi vê gazîkirina xwe) hey gazî pelidê hînckar dikin
لَعَنَهُ اللَّهُ ۘ وَقَالَ لَأَتَّخِذَنَّ مِنْ عِبَادِكَ نَصِيبًا مَفْرُوضًا
Yezdan ewa pelîda deherandîye. Û pelîd (ji bona Yezdan ra) gotîye: “Bi rastî ezê ji benddeyên te pareke hatîye diyarkirinê. hildim
وَلَأُضِلَّنَّهُمْ وَلَأُمَنِّيَنَّهُمْ وَلَآمُرَنَّهُمْ فَلَيُبَتِّكُنَّ آذَانَ الْأَنْعَامِ وَلَآمُرَنَّهُمْ فَلَيُغَيِّرُنَّ خَلْقَ اللَّهِ ۚ وَمَنْ يَتَّخِذِ الشَّيْطَانَ وَلِيًّا مِنْ دُونِ اللَّهِ فَقَدْ خَسِرَ خُسْرَانًا مُبِينًا
Û ezê ewan bendeyên te ne (ku para min ketine) ji rêya rast wunda bikim û ezê bi wan minî minyan bidime pevxistinê (ku ewan jîna xwe wusa pêş va beherin) û ezê fermana wan bikim, ku ewan îdî guhê tarişan biqelêşin (ji bona pûtan ra duruf bikin) û ezê fermana wana bikim, ku ewan; ewî rûçikê Yezdan afirandîye biguhurin (ji bona bedewî û rindaya xwe, ru û rûçik, heya bi mêyîtî û nêritî jî xwe biguhurin.) Û kîjan meriv bi rastî ji pêştirê Yezdan, pelîd ji xwe ra serkar bigire; îdî bi sond! Ewî zîyaneke ber çavî kirîye

Choose other languages: