Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #114 Translated in Kurdish

وَمَنْ يَعْمَلْ سُوءًا أَوْ يَظْلِمْ نَفْسَهُ ثُمَّ يَسْتَغْفِرِ اللَّهَ يَجِدِ اللَّهَ غَفُورًا رَحِيمًا
Û kîjan merivekî ku karekî sik bike, ya jî bi xweber li xwe cewr bike, paşê (ku zanî ewî gunehek kirîye) ji bona baxişandina wî gunehê kirî, heke ji Yezdan lava bike, ewayî rastê Yezdan were, ku Yezdan bi rastî baxişkarê dilovîn e
وَمَنْ يَكْسِبْ إِثْمًا فَإِنَّمَا يَكْسِبُهُ عَلَىٰ نَفْسِهِ ۚ وَكَانَ اللَّهُ عَلِيمًا حَكِيمًا
Û kîjan meriv gunehekî ked bike, ewî îdî ewa guneha ji xwe ra kirîye. Û şixwa Yezdan bi xweber jî zanakî bijejke ye
وَمَنْ يَكْسِبْ خَطِيئَةً أَوْ إِثْمًا ثُمَّ يَرْمِ بِهِ بَرِيئًا فَقَدِ احْتَمَلَ بُهْتَانًا وَإِثْمًا مُبِينًا
Û kîjan meriv nûsîtemekî, ya jî gunehekî ked bike, paşê bavêje sitûyî yekê bê gur û bê goman, bi sond! Îdî ewî ber çavî, vir û gunehekî mezin hildaye ser xwe
وَلَوْلَا فَضْلُ اللَّهِ عَلَيْكَ وَرَحْمَتُهُ لَهَمَّتْ طَائِفَةٌ مِنْهُمْ أَنْ يُضِلُّوكَ وَمَا يُضِلُّونَ إِلَّا أَنْفُسَهُمْ ۖ وَمَا يَضُرُّونَكَ مِنْ شَيْءٍ ۚ وَأَنْزَلَ اللَّهُ عَلَيْكَ الْكِتَابَ وَالْحِكْمَةَ وَعَلَّمَكَ مَا لَمْ تَكُنْ تَعْلَمُ ۚ وَكَانَ فَضْلُ اللَّهِ عَلَيْكَ عَظِيمًا
(Muhemmed!) heke rûmet û dilovanîya Yezdan li ser te tune bûya; ji bo ku ewan te ji rêya rast derxin, we destekî ji wanê (durû) xebat bikirinan (ku te ji rêya Yezdan derxistinan). Lê ewan ji pêştirê xwe bi tenê, tu kesî ji rêya rast dernaxin. Û ewan (bi wan xebatê xwe jî) qe bi tu tiştî zîyana te nakin. Şixwa Yezdan jî bi ser te da pirtûk hinartîye û bi te zanîna retkokî daye hînkirinê û tişta qe te berê da pê nizan bûye daye zanînê. Û bi rastî rûmeta Yezdan li ser te mezin e
لَا خَيْرَ فِي كَثِيرٍ مِنْ نَجْوَاهُمْ إِلَّا مَنْ أَمَرَ بِصَدَقَةٍ أَوْ مَعْرُوفٍ أَوْ إِصْلَاحٍ بَيْنَ النَّاسِ ۚ وَمَنْ يَفْعَلْ ذَٰلِكَ ابْتِغَاءَ مَرْضَاتِ اللَّهِ فَسَوْفَ نُؤْتِيهِ أَجْرًا عَظِيمًا
Ji pêştirê (mijûlya wî) kesê (ku bi dizîka) fermana bi dana mal, ji bona arîkarya merivan, ya jî bi qencîyan, ya jî bi aşîtîya di nava kesan da bike, qe tu qencî di wan piste piste wan da tune ye. Û kîjan evan (piste û pist û civînê bi dizî) ji bona qayîlbûna Yezdan bike, îdî bi rastî emê ji bona wî ra xelatên mezin bînin

Choose other languages: