Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Kahf Ayahs #11 Translated in Kurdish

إِنَّا جَعَلْنَا مَا عَلَى الْأَرْضِ زِينَةً لَهَا لِنَبْلُوَهُمْ أَيُّهُمْ أَحْسَنُ عَمَلًا
Bi rastî tişta li ser zemîn heyî, me ji bona zemîn ra xistîye xişir, ji bo ku em kesan biceribînin, ka kîjan xebatê çêtir bike (bi vî ra jî ewan nankorya min dikin, ka tu çima ji bona wan kovanan dikişînî)
وَإِنَّا لَجَاعِلُونَ مَا عَلَيْهَا صَعِيدًا جُرُزًا
Û bi rastî (di royekî da) emê ewan xişirên li ser zemîn heye, bixine xwelîyeke zaha bihêlin
أَمْ حَسِبْتَ أَنَّ أَصْحَابَ الْكَهْفِ وَالرَّقِيمِ كَانُوا مِنْ آيَاتِنَا عَجَبًا
(Muhemmed!) Qey tu goman dikî hevrîyên şikevt û (li ser derê wê şikevtê) ku navê wan nivîsar bû, ji wan derhoze me yên sodretin? (Na, wusa goman neke, hêj ji wan betertir hene)
إِذْ أَوَى الْفِتْيَةُ إِلَى الْكَهْفِ فَقَالُوا رَبَّنَا آتِنَا مِنْ لَدُنْكَ رَحْمَةً وَهَيِّئْ لَنَا مِنْ أَمْرِنَا رَشَدًا
Gava ewan xortan berê xwe dabûn li bal şikevtê çûbûn, îdî (aha) gotîbûn: "Xudayê me! Tu ji bal xwe, dilovanîyekî bide me û tu ji bona me ra bûyera me hêsanî bike (ji bo ku em bikaribin bigehêjne armancê xwe)
فَضَرَبْنَا عَلَىٰ آذَانِهِمْ فِي الْكَهْفِ سِنِينَ عَدَدًا
Îdî me jî bi çend salan li ser gohe wan (perda xewê danî, ewan heya çend salan di xewê da mayîne)

Choose other languages: