Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Kahf Ayahs #25 Translated in Kurdish

وَكَذَٰلِكَ أَعْثَرْنَا عَلَيْهِمْ لِيَعْلَمُوا أَنَّ وَعْدَ اللَّهِ حَقٌّ وَأَنَّ السَّاعَةَ لَا رَيْبَ فِيهَا إِذْ يَتَنَازَعُونَ بَيْنَهُمْ أَمْرَهُمْ ۖ فَقَالُوا ابْنُوا عَلَيْهِمْ بُنْيَانًا ۖ رَبُّهُمْ أَعْلَمُ بِهِمْ ۚ قَالَ الَّذِينَ غَلَبُوا عَلَىٰ أَمْرِهِمْ لَنَتَّخِذَنَّ عَلَيْهِمْ مَسْجِدًا
Ji bo ku (ewanê bi rabûna para da bawer nakin) bizanin, bi rastî peymana Yezdan e (ji piştî mirinê) rabûn heye, mafekî rast e û (bizanin ku) bi rastî di wî danî da, qe tu dudilî tune ye. (Me ça ewan razandin, dîsa hişyar kirin) wusa jî me komal bi wan dane hesandinê. (Loma ewan hêj di berê da, di bûyera rabûn û civandinê da, bi hev ra tekoşîn dikiribûne, gava ewa çû şikevtê, îdî bi rastî mirin e) di wê gavê da komal bi hev ra tekoşîn kirin (ji bo ku hevrîyên şikevtê ça biparisînin): Hinekan ji wana gotine: "Hûn li ser wan kumbetan ava bikin." (Hineka di mafê wan da tekoşîn kirine, gelo kî ne, navê wan çi ne? Lê) Xudayê wan, bi wan çêtir dizane. Ewanê servatîyî bûyera wan in (aha) gotîne: "Emê li ser wan mizgevtekî ava bikin
سَيَقُولُونَ ثَلَاثَةٌ رَابِعُهُمْ كَلْبُهُمْ وَيَقُولُونَ خَمْسَةٌ سَادِسُهُمْ كَلْبُهُمْ رَجْمًا بِالْغَيْبِ ۖ وَيَقُولُونَ سَبْعَةٌ وَثَامِنُهُمْ كَلْبُهُمْ ۚ قُلْ رَبِّي أَعْلَمُ بِعِدَّتِهِمْ مَا يَعْلَمُهُمْ إِلَّا قَلِيلٌ ۗ فَلَا تُمَارِ فِيهِمْ إِلَّا مِرَاءً ظَاهِرًا وَلَا تَسْتَفْتِ فِيهِمْ مِنْهُمْ أَحَدًا
(Ewanê xweyê pirtûk, di nêzîk da) dibêjin: "Ewan xortan sisê bûne, çarê wan kûçikê wan bûye." Hinekî wan jî dibêjin: " (Ewan xortan) pênc bûne, şeşê wan kûçikê wan bûye;" evan (keviran) nedîtî davêjin (ji ber xwe dibêjin). Hinek jî dibêjin: "(Wusa nîne) rastîya wan eva ye; hevt bûne, heştê wan kûçikê wan bûye." (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Xudayê min bi hijmara wan çêtir dizane. Ewanê bi wan dizanin hindik in. Îdî tu di mafê hijmara wan xortan da, ji tekoşîna berçavî pêştir qe tu tekoşînê bi wan ra neke. (Muhemmed! Tu) ji wan, di mafê xortan da tu tiştî pirs neke
وَلَا تَقُولَنَّ لِشَيْءٍ إِنِّي فَاعِلٌ ذَٰلِكَ غَدًا
(Muhemmed!) Tu ji bona tu tiştî ra ne bêje: "Ezê evî tiştî di sibehê da bikim
إِلَّا أَنْ يَشَاءَ اللَّهُ ۚ وَاذْكُرْ رَبَّكَ إِذَا نَسِيتَ وَقُلْ عَسَىٰ أَنْ يَهْدِيَنِ رَبِّي لِأَقْرَبَ مِنْ هَٰذَا رَشَدًا
Lê tu (aha) bêje: "Heke Yezdan bivê (ezê evê tiştî bikim)." (Muhemmed!) Gava tu evê gotina, heke Yezdan bivê, bîrva bikî (ne bêjî), tu Xudayê xwe (bi paqijî û perestî) bîne bîra xwe û (aha) bêje: "Ez hêvî dikim, ku Xudayê min ji vî nêzîktir, min bigihîne mirazê min
وَلَبِثُوا فِي كَهْفِهِمْ ثَلَاثَ مِائَةٍ سِنِينَ وَازْدَادُوا تِسْعًا
Ewan (xortan di şikevta xwe da, sê sed salî mane, ewanê (sala xwe bi hijmara hîvan dihijmirînin) neh sal jî (li van salan) pir kirine (gotine: "Sê sed û neh salan mane)

Choose other languages: