Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Hashr Ayahs #10 Translated in Kurdish

وَمَا أَفَاءَ اللَّهُ عَلَىٰ رَسُولِهِ مِنْهُمْ فَمَا أَوْجَفْتُمْ عَلَيْهِ مِنْ خَيْلٍ وَلَا رِكَابٍ وَلَٰكِنَّ اللَّهَ يُسَلِّطُ رُسُلَهُ عَلَىٰ مَنْ يَشَاءُ ۚ وَاللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ
Her tiþtê Xuda (bê ceng) ji wan sitendiye daye pêxemberê xwe, êdî we li serê ne tu hesp û ne tu deve daye-hinda kiriye. Lê belê Xuda, pêxemberên xwe bi ser ê bixwaze dixe. Xuda bi her tiþtî dikare
مَا أَفَاءَ اللَّهُ عَلَىٰ رَسُولِهِ مِنْ أَهْلِ الْقُرَىٰ فَلِلَّهِ وَلِلرَّسُولِ وَلِذِي الْقُرْبَىٰ وَالْيَتَامَىٰ وَالْمَسَاكِينِ وَابْنِ السَّبِيلِ كَيْ لَا يَكُونَ دُولَةً بَيْنَ الْأَغْنِيَاءِ مِنْكُمْ ۚ وَمَا آتَاكُمُ الرَّسُولُ فَخُذُوهُ وَمَا نَهَاكُمْ عَنْهُ فَانْتَهُوا ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ ۖ إِنَّ اللَّهَ شَدِيدُ الْعِقَابِ
Her tiþtê Xuda ji ehlê welatan distîne dide pêxember xwe, êdî ew ji Xuda û ji pêxember û ji merivên nêz (malbata pêxember) û sêwî û belengaz û rêwiyên li rê mane re ye; ji bo ku ew (mal) tenê di nava dewlemendên wede, nebe (sermiyanekî dest bi dest dibe). Tiþtê pêxember da we êdî hûn wî bigrin û tiþtê we jê dûr kir jî êdî hûn jê dûr bimînin. Hûn xwe ji Xuda biparêzin. Lewra bêguman Xuda ezab dijwar e
لِلْفُقَرَاءِ الْمُهَاجِرِينَ الَّذِينَ أُخْرِجُوا مِنْ دِيَارِهِمْ وَأَمْوَالِهِمْ يَبْتَغُونَ فَضْلًا مِنَ اللَّهِ وَرِضْوَانًا وَيَنْصُرُونَ اللَّهَ وَرَسُولَهُ ۚ أُولَٰئِكَ هُمُ الصَّادِقُونَ
Ji xizanên koçber yên ku ji warên xwe û malên xwe hatine derxistin ku ew li qencî û qayilbûna Xuda digerin û yariya Xuda û pêxemberê wî dikin re ye jî. Ên rasgo her ewên han in
وَالَّذِينَ تَبَوَّءُوا الدَّارَ وَالْإِيمَانَ مِنْ قَبْلِهِمْ يُحِبُّونَ مَنْ هَاجَرَ إِلَيْهِمْ وَلَا يَجِدُونَ فِي صُدُورِهِمْ حَاجَةً مِمَّا أُوتُوا وَيُؤْثِرُونَ عَلَىٰ أَنْفُسِهِمْ وَلَوْ كَانَ بِهِمْ خَصَاصَةٌ ۚ وَمَنْ يُوقَ شُحَّ نَفْسِهِ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَ
Û ewên ku berî wan, war û baweriyê amade kirin, ew ji ên ku bal wan ve koçber bûne hiz dikin û ew di dilên xwe de tu hewcetî bi tiþtê ji wan re hatiye dayîn nabînin û her çend hewcetiya wan hebe jî ew (birayên xwe) di ser xwe re digrin. Kî ji çikûsî û dexesiya xwe bê parastin êdî ên rizgarbûyî her ewên han in
وَالَّذِينَ جَاءُوا مِنْ بَعْدِهِمْ يَقُولُونَ رَبَّنَا اغْفِرْ لَنَا وَلِإِخْوَانِنَا الَّذِينَ سَبَقُونَا بِالْإِيمَانِ وَلَا تَجْعَلْ فِي قُلُوبِنَا غِلًّا لِلَّذِينَ آمَنُوا رَبَّنَا إِنَّكَ رَءُوفٌ رَحِيمٌ
Ewên ku di pey wan de hatin dibêjin: "Perwerdekarê me! tu ji me re û ji birayên me yên ku bi bawerî berî me derbas bûne re bibexþîne û tu di dilên me de tu kînekî ji ên bawerî anîne re çêneke. Perwerdekarê me! bêguman tu dilovîn î dilovan î

Choose other languages: